Li herêma Bahdînan a Başûrê Kurdistanê zarokek keç li ser torên civakî bi peyamek bi dîmen banga boykotkirina berhemên Tirkiyeyê ji xelkê Başûrê Kurdistanê kir.

Di peyama xwe de wiha tîne ziman; “Xwarina xureka Tirkî xwarina goştê zarokên Rojava ye. Bi xwarina malên Tirkî goştê xwişk û birayên xwe nexwin. Pereyên xwe nexin xizmeta kuştina xwişk û birayên xwe. Kirîna malên Tirkî ji bo dagirkirina Kurdistanê ji Erdogan re xizmet e. Ez êdî berhemên Tirkî boykot dikim.”

Leşkerên Tirkan ji Başûr derxin

Hunermendên Başûrê Kurdistanê bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kirin da ku her cure kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin. Herwiha dan zanîn ku êdî dema derxsitina baregehên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê hatiye. Hunermendan diyarkir ku Tirkiye dijminê sereke yê Kurdan e, ji bo vê pêwîst e ku Kurd êdî yekitiya xwe çêkin.

Hunermendê navdar Abdula Hemeciwan got, “Îro Kurd li Rojava tên qirkirin, sibe wê li Başûr werin qirkirin. Divê em hemû bi hev re li ber êrişan rawest in. Her Kurdek dikare malên Tirkiyeyê boykot bike.”

Şanogera bi navê Telar Hîranî jî got: “Dibe ku em nekarin çek hilgirin, lê em dikarin malên Tirkiyê hemûyan boykot bikin.”

Hîran balkêşa ser hebûna leşkerên Tirk ya di nava xaka Başûrê Kurdistanê de jî û got, ev demeke dirêje dema wê hatiye ku leşkerên Tirk ji nava xaka Başûrê Kurdistan derkevin.

Hunermend Dilşad Ehmed jî anî ziman ku Tirkiye dijminê sereke yê gelê Kurd e û got, “Divê xelk kel û pelên Tirkî boykot bike. Divê tiştekî Tirkiyeyê di Kurdistanê de neyê dîtin.”

Herî dawî Dilşad balkêşa ser hebûna leşkerên Tirk ya di nava xaka Başûrê Kurdistanê de û got; “Ev ji bo gelekî serşorî ye, dijmin me dikuje.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN