Pirtûka Wezîrê Eşo ya bi navê “Klam û Pênûs” gencîneyek e di warê agahiyên li ser Kurdên Qafqasyayê de hene.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Wezîrê Eşo sala 1934’an li paytexta Gurcistanê Tiblîsa hatiye dinê. Ew sala 1958’an de li Fakulteya Zanîngeha Êrîvanê, Beşa Dîrokê dixwîne, di navbera salên 1961-63’yan de li Zanîngeha Lenîngradê (niha Saint Petersburg) di beşa Kurdzaniyê de li Înstîtuya Rojhilatnasiyê dixwîne û dibe pisporê dîroka Kurdistanê. Paşê ji 1964’an û pê ve, di gelek waran de dixebite ku yek ji van xebatên girîng jî xebata li nava Radyoya Êrîvanê ye. Ew di sala 1995’an de diçe Belçîkayê û heta wefat dike li wir dimîne; xebata xwe li wir jî didomîne.

Wezîrê Eşo tevahiya emrê xwe her bi zanyariya ji bo dîrok, ziman û wêjeya Kurdî derbas dike û 23´yê Çileyê 2015’an wefat dike.

Wezîrê Eşo li dûv xwe gelek berheman dihêle. Hinek berhemên wî hatine latînîkirin û li Bakur hatine weşandin lê hin hê jî nehatine weşandin. Ji van berheman yek jê jî pirtûka “Klam û Pênûs” e ku malpera Diyarname, bala xwe dayê. Weşanên Lîsê ev pirtûk bi navê “Klam û Pênûs, Kurdên Kafkasyaya Başûr” weşandiye.

Mijarên di pirtûkê de

Nivîskar Nîhad Gultekîn pirtûk ji bo çapê amade kiriye. Li gorî Diyarnameyê, ew qala serpêhatiya amadekirina vê pirtûkê dike û dibêje, ji bo vî karî wî, ligel keça Wezîrê Eşo ya bi navê Mîdya gelek li ser vê pirtûkê xebat kiriye.

Di vê pirtûkê de nivîsên Wezîrê Eşo ên di kovaran de hatine weşandin, hatine bevhevkirin û di pirtûkê de hatine bicihkirin.

Kurdên Sovyeta Berê, ronesansa çandî, Radyoya Yêrîwanê, Rojnameya Rya Teze, Konferansa Kurdî, nivîseke li ser pêvajoya Mele Mistefa Barzanî ya li Sovyeta Berê, Komara Kurdistan û Qazî Mihemed, hilweşandina Yekîtiya Sovyetê û gelek agahiyên nivîs û agahiyên din di vê pirtûkê de hatine bicihkirin.

Navdarên Kurd ji bîr nekirine

Ji bilî mijarên cur bi cur, derbarê nivîskarên Kurd ên Sovyeta Berê yên wekî Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Qenatê Kurdo, Casimê Celîl, Mûradov Çaçan, Fêrikê Ûsiv, Emerîkê Serdar, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyik, Şekroyê Mihoyî, Simoyê Şemo, Egîdê Cimo, Aslîka Qadir, Pîr Dîma de jî agahiyên cur bi cur di pirtûkê de hene. Diyarname, “Klam û Pênûs” weke berhemeke çavkaniya agahdariyên li ser Kurdên Qafqasyayê pêşniyaz dike.

Kunyeya vê kitêba ji 309 rûpelan jî wiha ye;  Klam û Pênûs. Wezîrê Eşo, Weşanên Lîs, 2018.

 

NAVENDA NÛÇEYAN