“Tişta herî zêde tesîr li ser min kir jî jineke zaroka wê di hembêza wê de bû û li dijî hilweşîna xaniyê xwe nobet digirt bû. Bêdengiya Ewropa ya li hemberî rewşa Kurdistanê ji ber berjewendiyê wê ne.” 
Dr. Schweitzer, anî ziman ku ji bo ku zanibin li herêmên rêveberiyên cewherî lêkolînê bikin hatine vir û weha peyevî: “Berî ku ez bêm vir min hin dişt bihîstin û bûm xwedî agahi. Lê piştî ez hatim vir, tişta ku min bihîst û min li vir dît, ji hev pir çuda ne. Li hemberî van êrişên li ser bajarên Kurdistanê di qada navneteweyî de hin xebatên min hene. Çalakiyên ku em pêk binin berê jî dest pê kiribûn. 3 meh berê li Parlamentoya Ewropê daxwazek me çêbû. Der barê bajarên Kurdan de xebatek me hebû. Em ê van xebatên xwe dewam bikin.” 




Hikûmêtên Ewropî bepirs in


Dr. Schweitzer, destnîşan kir ku welatên Ewropa û saziyên navneteweyi li hemberî vê hovîtiya li Kurdistanê bêdeng dimînin û wiha got: “Mirov nikare bêdengiyek gelek mezin heye. Lê hikûmet destûr nade ku hin gav bên avêtin. Hikûmeta Alman jî di nava vê yekê de ye. Li ser penaberan bazariyê dike. Ji bo berjewendiyên xwe bazariyê dike. Gelê Ewropa ji vê yekê agahdar e. Tenê Tirkiye û Almanya di mijara penaberan de li hev nekirine. Welatên din jî di nava vê bazarê de cih digirin. Di demên nêzik de li Almanyayê hilbijartin heye. Ji ber berjewendiyên xwe yên politîk li hemberî vê rewşê bêdeng dimîne.” 
Dr. Schweitzer, bang li welatên Ewropayê kir û xwest li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û wiha berdewam kir: “Divê hemû welatên ewropa hewl bidin ku aştî pêş bikeve Ger ku bixwazin dikarin vî şerî rawestînin. 



20 sal in Tirkiye dişopine


Endamê heyetê Andreas Speck jî di navbera salên 2001-2012’an de li ofîsa WRI a Londrayê xebat meşand. 20 sal in ku li dijî tundî û şer têdikoşe. Speck, diyar kir ku di sala 2013’an de piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Newrozê de pêvajoya çareseriyê ku wekî Manifesto dest pê kir, hikûmetê pêvajoya şer daye destpêkirin û wiha got: “Hikûmet dixwaze hêza xwe ya polîtîk xurt bike. Ez ji samîmiyeta hikûmetê bawer nakim. Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên dengê xwe zêde bike pêvajoya çareseriyê hat xelaskirin. Ev daxwazên Serokomar ên bila “PKK çekan berde” xizmeta çareseriyê nakin. Divê beri her tiştî samîmi nêzî daxwazên kurdan bibin. 


 DÎHA/ŞIRNEX