RENGÎN AZÎZOGLU / JINNEWS / AMED
Nivîskar, lîstikvan û derhêner Aysel Yildirim got, hem di warê civakî de hem di warê aborî de û hem jî di warê azadiya fikr û ramanê de di bin zextê de ye û wiha peyivî: “Dema hemû aliyên civakê di bin zextê de bin, ewil hewl didin hunermendan bêdeng bikin, lê ev zehmetir e. Hunermend her tim ji xwe re rêyeke derketina ji vê zextê dibînin. Huner gotinek e li dijî otorîteyê.”
Civaka Hunermendên Xwepêşendanên Bogazîçî (BGST) saziyeke hunerî ya di 1995’an de ku di warên şano, huner, reqs, muzîk û lêkolînên zanistî yên civakî de xebatan dimeşîne, hat avakirin. Lîstikvana şanoyê ya BGST, Aysel Yildirim behsa lîstika dawî Zabel û girîngiya jinan a di warê hunerî de kir.
‘Jinên hepsî wê bibîr tînin’
Aysel Yildirimê da zanîn ku kesayeta Zabel Yeseyan gelek bandor li wê kiriye û got jineke sedsal berê, bangî îro kiriye û wiha peyivî: “Tevî rojên nexweş dîtine, hêviya wê her tim hebûye. Ti carî dest ji têkoşînê bernedaye. Di heman demê de jineke wêjevan e. Şahidiya qirrkirinê kiriye, tecrûba wê heye. Di şeva 24’ê Nîsanê de yekane jina di civîna rewşenbîran de ye. Bi awayekî direve û jiyana xwe li sirgûnê dewam dike. Vê serpêhatiya wê gelek bandor li me kir.”
Dîroka şanoya femînîst
Aysel Yildirimê her wiha got, warê şano û huner meydaneke girîng a têkoşînê ye ku jin xwe têde azad dike, gotin û çalakiya xwe pêk tîne. Ayselê wiha dewam kir: “Terzekî jiyanê ye, di heman demê de nuqteya ku lê azad dike ye. Meydana derhêneriyê, nivîsandinê warê serdestiya mêr e, lê jin di vê meydanê de xweş bi pêş ketin. Ev rê ji me re jî bû ronî. Afîfe Jale, gelek lîstikvanên jin ji van pêşengan in. Em xwedî dîroka Şanoya Femînîst in, ya ku hewl dane wê veşêrin.”
Bi zextê hewl didin bêdeng bikin
Aysel Yildirimê her wiha da xuyakirin ku huner bêalî nabe û got, huner her tim li dijî otorîteyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Huner di bin şertên faşîzmê de her tim ji xwe re li rêya derketinê digere. Em niha di demên zehmet re derbas dibin. Em bi sansûrên gelek cidî re tên rû hev. Dema hemû aliyên civakê di bin zextê de bin, ewil hewl didin hunermendan bêdeng bikin, lê ev zehmetir e. Hunermend her tim ji xwe re rêyeke derketinê dibînin. Huner gotinek e li dijî otorîteyê. Em ê li dijî zextan her tim hilberînin. Em ê bi piştevaniyê rêya xwe dewam bikin.”