Şerm û gotinên mirov xwe nade ber wan bi hêsanî bibêje û binivîse, ji berê ve wisa nînin. Di vê lewhaya hanê de gotineke pêşiyan a Sumeriyan heye û dibêje, “Fena zotikeke elimî fisan, dev jî zêdeyî hedê xwe gotinan dike”. Ev yek ji du gotinên pêşiyan e ku ji parçeyên Kitêbxaneya Aşûrbanîpalî ya li Nînovê xilas bûye û gihiştiye roja me ya îro. Varyanteke din a vê gotina pêşiyan paşê di serdema Akadiyan de yan maneyeke erênî li peyvê bar dike, yan jî peyva ´bêqisûriyê´ bi îronî bi kar tîne: “Fena zotika elimî fisan, dev ´bêqusûr´ dike.” Bi her halî gelek gotinên pêşiyan ên Kurdan dihêlin mirov bi hêsanî bibeje, Kurd li ser vê erdê bûne Kurd.
NAVENDA NÛÇEYAN