Gotinên Trump deriyê mirinê vedikin
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump dawiya hefteya bihurî daxuyaniyek da û ji ber wê daxuyaniyê êdî dermanê Hydroxychloroquine kêm bûye yan jî peyda nabe ji bo wan kesên ku pê derman dibin.
Mirovên bi nexweşiya wêrema çêrm, yan jî bi nexweşiyên din ên otoîmûn ketî, mecbûr in timî dermanê li dijî malaryayê yanî Hydroxychloroquinê bistînin. Lê ji ber ku dawiya hefteyê Trump li ser vî dermanî got, “Ev ê zirarê li mirovan neke; ew alîkariya wan dike, lê ti zirarê li wan neke” gelek kesan belesebeb ev derman kirî û kir ku derman ji bo kesên pê hewce peyda nebe. Wî her wiha got hikûmetê 29 milyon hepên vî dermanî depo jî kirine.
Axir ya qewimî ji bo nexweşên wêrema çêrm û nexweşiyên din ên dişibinê, bû felaketek. Êdî gelek nexweş vî dermanî hew peyda dikin. Peter Morley ji van nexweşan e û ew di heman demê de ji bo mafên van nexweşan jî têdikoşe. Peter Morley dibêje, gotinên Trumpne tenê şaş bûn, lê wan bi rastî jî bi awayekî bi tehlûke zirar li mirovan kir. Ew ji bo ku karibe ji heqî biedrêketinê derkeve, rojê du caran dermanê hydroxychloroquine distîne. Ji bo wî ev derman rêya jiyanê ye. Ew dibêje, niha ji ber Trump gelek nexweş hew dikarin dermanê xwe peyda bikin û gelek kesan xwe gihandiye wî ji bo alîkariyê.
Dr. Michael Lockshin jî professorê tibê yê cerahiya taybet e û birêveberê Nexweşxaneya Barbara Volcker Center e. Ew dibêje, “Pirr bi tehlûke ye ku mirov dermankirineke hîna nehatiye ceribandin û piştrastkirin teşwîq bike; tevî vê nexweşên ku bi vî dermanî xwe derman dikin jî ji dermên bêpar tên hiştin”. Yanî mirov dikare bibêje, Trumpî bi gotinên xwe ji bo hin nexweşan deriyê mirinê vekir. WASHINGTON