
Mamosteyê Govendê yê Akademiya Çanda Ciwanan a Cigerxwîn Îsmaîl Altûg bersiv da pirsên Ajansa me DÎHA'yê yên der barê govendê û çanda Kurdî de. Altûg diyar kir ku dema mirov bi wate û rola govendê zanibe û hewl bide fêm bike, dikare di hunera kurd de bi rola xwe rabe û bide fêmkirin û wiha peyivî: "Govend zanîsteke ku bi gel tê naskirin. Gelên ku li welatê xwe dijîn, li berhema çandî, olî, kevneşopî, gerdîş, muzîk û lîstikên gelêrî yên weke çîrok û meselok û berheman dikolin. Her wiha hemû pirsgirêkên di nava xwe de di warê çandî de lêdikolin û çareser dikin."
Bi MKM'ê dest bi xebatan kir
Altûg sala1994'an ji ber şerê qirêj yê li Kurdistanê neçar maye welatî xwe bi cih bihêle û li Îzmîrê bi cih bibe. Altug got, ji ber ku ew Kurd bûn rastî gelek zorî û zehmetiyan hatine û weha axivî: "Heta demeke dirêj em neçar man li Îzmirê bijîn. Em bi hevalên xwe yên birêxistinê re diçûn gelek dawetan û li dawetan fêrî govendê bûn. Piştre me Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) nas kir û em derbasî wê bûn. Sala 1996'an li MKM'ê me dest bi dersên govendê kir û sala 1998'an cara yekem em weke koma govendê derketin ser dikê. Ji sala 98'an û şûnde hemû kar û barê govendê kete ser milê me. Bi salan e wek govendgerekî profesyonel dersên govendê didim ciwanên kurd."
Bi govend û reqsê ramanên xwe dianîn ziman
Mamosteyê Govendê Altûg da destnîşan kir ku her govend xwediyê serhatiya xwe ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dîrokê de beriya ziman bi pêş bikeve, mirovan bi liv û tevgerê fikir û ramanê xwe îfade dikirin. Piştre ev rêbaza ragihandinê veguherî reqsê û govendê. Mirovan bi demê re bi govend û reqsê behsa kar û daxwazên xwe dikir. Gelek caran jî hestên xwe bi govend û reqsê îafde dikirin. Ji ber ku gelê Kurd xwedî dîrokeke kevnar e, tevahiya civaka Kurd bi govendê hestên xwe îafade dike. Minak; Şer, şîn û şahî tev bi reqs û govendan tên bigewdekirin. Dema ku bûkê ji mal derdixin. Govendê digerînin, ji bo Kurdan cureyekî ziman e şahiya dilê xwe bi govendê tînin ziman. Dîsa di heman demê de dema ku keçek ji xortekî hez dike hest û evîna xwe bi govendê îfade dike."
Her govend serhatiyek e
Altûg got, di dîrokê de mirovan govend weke ziman bi kar aniye û anî ziman ku di her govendê de serhatiyeke civakî heye û xwedî mijareke girîng e. Altûg destnîşan kir ku di nava çanda govendan de jî çirokên ku gel nikaribe bibêje û şerekî mezin dikin, gelek caran ji bi texlîdê ajalan xwe îfade kirine.
Altûg bal kişand ser asta govendê di çanda Kurd de û weha peyivî: "Govend zanîstek e ku bi gel tê naskirin. Gelên ku li welatê xwe dijîn, li berhema çandî, olî, kevneşopî, gerdîş, muzîk û lîstikên gelêrî yên weke çîrok û meselok û berheman dikolin. Her wiha hemû pirsgirêkên di nava xwe de di warê çandî de lêdikolin û çareser dikin. Gelê Kurd jî hest û fikrên xwe bi zimanê govendê îfade kiriye. Di saya govendê, şano û dengbêjiya Kurdî, çanda Kurdî xwe li ser piyan girtiye û gihaye vê astê."
Xebatên Akademiya Cigerxwîn
Mamosteyê Govendê Altûg der barê xebatên Govendê yên li Akademiya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwînê de jî weha axivî: "Perwerdehiya me ya li akademiyê ji bi awayekî serkeftî dewam dike. Ji derveyî dersên akademiyê, dewreyên me jî hene. Dewreyên ji bo zarok û ciwanan jî em li akademiyê dikin. Her kes dikare tevlî me bibe û serî li perwerdehiya me bide. Dîsa em pewerdehiyên govendên seranserê Kurdistanê didin. Bi taybetî jî Amed, Dîlok, Colemerk, Şirnex, Semsûr, Mêrdinê em weke ders didin."
OMER ÎKE/DÎHA/AMED