ELÎ GEDRO/CAFER CAFO ANHA/ŞEHBA Piştî ku şêniyên Efrînê û saziyên wê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berê xwe dan kantona Şehbayê, şêniyan ji nû ve xwe bi rêxistin kir û saziyên xwe ji nû ve aktîf kirin. Niha dest bi kar û xebatên xwe kirine. Desteya Çand û Hunerê ji kantona Efrînê veguherî kantona Şehbayê. Bi vê yekê ji çeteyan re hate diyarkirin ku ti carî ewê neşikin. Di vê çarçoveyê de endamên desteya Çand û Hunerê xwe bi rêxistin kir û dewreya perwerdeya dîlanan ji endamên xwe re da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê bi tevlêbûna 57 endamên koma dîlanan a girêdayî desteya Çand û Hunerê li gundê Ehdas ê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate destpêkirin.