Li Meksîkayê dîmenê govendeke ji Geverê li ser facebookê 26 milyon û 612 hezar û 400 carî hatiye temaşekirin. Dîmen 22´yê Mijdara 2019´an hatiye weşandin û 398 hezar û 132 caran jî hatiye parvekirin. Ji bilî wê kopiyên wê li ser youtubeyê jî bi sedhezaran car hatine parvekirin. Li ser dîmenê ku hesabê Facebookê yê bi navê Viral Free parve kiriye, wekî din 47 hezar û 458 kesan jî şiroveyên xwe nivîsîne. Lê têsîra dîmen dewam kiriye. Xelkê gundewarên Meksîkayê ew qasî hez ji dîmen kirine, ku hinan ji wan hewl daye, texlîda govenda Geveriyan bikin. Bikarhênerê Twitterê yê bi navê Lawên jî ku bala me kişand ser nûçeyê û hem jî malpera Facebookê ya dîmen weşandî jî nîşanî me kir, ev dîmenê hanê jî parve kir. Em jî ji Meksîkiyan re dibêjin, qewet be, govendên Kurdan ji siheta beden û ruh re baş in. Lê em ji wan re bibêjin, govendên me nekin malên Tirkan.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN