Sê rojan li Hamburgê bûm, û min pir reng, çand, ziman û gelên cûda nas kirin. Ji her çar aliyên cîhanê kes hebûn û min vê carê, ne tenê zanyar, professor, pispor, akademîsyan, jinên çalakvan û siyasetmedar dîtin; derdorên çep, anarşîst û kesên xwedî ezmûn û ciwanên serhildêr, ku bi rastî meydan ji kapîtalîzmê de dixwendin dîtin.
Konferansa “Meydan Xwendina li Modêrnîteya Kapîtalîst û Avakirina Konfederalîzma Demokratîk”, zêdetir ji hezar kes anî cem hev. Pirraniya wan jî ciwanên kû di avakirina pirên piratîkî, di navbera kesên kû dibêjin “cîhaneke din jî heye” xwedî hest û hişmendî ne. Ya herî zêde ku hate axaftin, peyvên Ocalan, Kobanê, YPJ, komûn, Rojava û gel bûn.
Ev gotin teva wek navnîşana nasnameyeke nû a Kurdan dihatin vegotin. Ev jî dihate wateya ku pêşengiya sistema Konfedralîzma Demokratîk tê kirin; dihate wateya ku rêye çareserîya ne tenê ji bo pirsa Kurd, ji bo kaosa navneteweyî teva kilîd e. Herî zêde jî, meydan ji Dewlet, desthiladarî, mêrsalarî, yekdestkirina aborî hate xwendin. Tê zanîn ku, ev jî teva sistema modêrnîteya kapîtalîst destnîşan dikin.
Ev gotin, ne tenê di alî teorî de, di aliyê piratîk de jî navnetewîkirina têzên Birêz Ocalan in. Ev tez, ji bo çareserî û derketin ji krîza ku ji Kanada bigirin heta bi Hindistanê, ji Tirkiye bigirin heya welatên Ewropa, ji Efrîka Başur bigirin, heya Rojhilata Navîn xistîye nava felaketeke.
Dema mijar dihate ser modêla xweseriya demokratîk, salona tijî û bi qasî yên li hundir li derve jî, ciwanan li çepikan didan û sîstem wek mizgîniyekê pêşwazî dikirin. Weke coşa dîtinek nû, hêviyek nû derdikete holê. Her kesên axaftin dikirin yan jî bersiv didane pirsan, bi balkêşî dihate guhdarî kirin. Li gorê komîteya amadekar, li ser malpera konferansê jî, li her pênc parzemînên cîhanê, bi deh hezaran kes, hem bi tenê û hem bi komî li konferansê temaşa û guhdarî dikirin.
Ciwanên ji Îspanya, Îtalya, Finlandiya û bajarên Elmanya hatibûn, teva wek grubên balkêş derdiketin holê.
Bi taybet di şeva duyemîn a konferansê de, dema konsêrt hat dayîn, van ciwanan jî, mîna baskên wan çêbûbin û ji bargiranîya qirêjîya kapîtalîzmê paqij dibûn, ji kurdan zêdetir diketin nava coşê û tevlî govendê dibûn. Wan ciwanan hin ji wan nû Kurd nas dikirin û hin ji wan jî, bi têzên çareseriya demokratîk zêdetir bi hêza gelî Kurd û rastîya têkoşîna azadîya gelê Kurd û cewhera wî mirovahî hesîyan.
Ew govend ne mîna her govendê bû... Ji bo ciwanên ku ji welatên cûda hatibûn û destên hev girtibûn, wek ji dayîkbûneke nû bû. Govend ji bo wan, wek xeleke yekemîn a xelasbûnê û ji tenêtiya sistema kapîtalîst rizgarbûn bû. Ev govend, ne tenê ji bo valakirina enerjîyê bû... Lê ji bo vegera cewherê kolektîfbûnê bû. Wek ji hev hîskirinê bû, wek helwesteke li dijî sistema kû mirovan di tenêtiyê de dîl digirê bû.
Profesorekî got; “cara yekemîn e kû hîs dikim û dibînim ku, tiştên em li ser dipeyivin ew qasî coş û kelecan afirandiye.”
Ev şeva ku bi dengê muzîka resen, bi gurênîya dengên lingan, bi liv û lezra bedenan, ku bi kultur û rengên cûda re dibû yek, rengê xwe li şevê jî belav dikin. Ji bo her kesên li wir, ji bo her kesê ku govend û muzîk, coş û heyecan temaşe dikir, wate û giringiya konferansê baş fêm dikir. wisa jî şeveke bi heybet û dû roj û nîvan tije giftûgoyên kurd a li ser teorî û piratîk derbaz bûn.
Tiştên li wir hatin axaftin, bê dudilî, pir zelal û tijî pêrspêktif bûn û meydan xwedina li hemberî Kapîtalîzmê bû. Ji bo jîyanake nû û derketina ji kaosê tekane rê bû. Ne tenê kevirêk ji dîwarê zordar û sitemkar a sistema mijoker derxist, mîna ku axaftvaneke konferansê got; “ Konferans derseke mezin di keliha sistemê de kir”. Wê ev ders,bi têkoşîneke coş, mîna coşa govenda Înternasyonal wê mezintir bibe.