Bi rasthatina salvegera têkbirina DAIŞ’ê li Baxozê Wezîrê Karê Derve yê Emerîkî Mike Pompeo daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir û got, ew ê xebata xwe ya bi koalîsyona li dijî DAIŞ’ê re dewam bikin da ku têkçûna DAIŞ’ê misoger bikin. Li ser vê ji senatorên bi tesîr ên komarxwaz Lindsey Graham jî hin agahî parve kirin. Graham got, ew bi heman munasebetê bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî re bi telefonê peyiviye. Wî agahiyên xwe wiha dewam kirin: “Şerê li dijî DAIŞ’ê divê dewam bike. Ev berjewendiya ewlekariya me ya neteweyî ye ku em hevkariya xwe ya bi QSD’ê re dewam bikin, bi wê QSD’ê re ku alîkar bû ji bo xirakirina Xelîfetiyê, parastina petrolê ji DAIŞ û Îranê, û kar dike ji bo çareseriyeke siyasî ya siberojê ku li xêra gelê Sûriyê be. Fikar hatin îfadekirin li ser êrişkariyên Rûsyayê yên li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê û hewldanên Rûsyayê ji bo bidestxistina petrolê.
Nabe ku em destûrê bidin Rûsyayê ku ji şerê DYE’yê yê li dijî DAIŞ’ê sûdê wergire.”
Maneya van gotinan bi temamî çi ye ne zelal jî be. Di salvegera têkbirina DAIŞ’ê de peyivîna bi Mezlûm Ebdî re û derxistina pêş pêwîstiya hevkariya bi QSD’ê re rastî hewldanên Rûsyayê yên ji bo berfirahkirina Mutebaqeta Edenê tên. Rûsya dixwaze ku rejîma Şamê qebûl bike 5-10 kîlometreyên destwerdana Tirkiyeyê yên li gorî Mutabeqata Edenê bibin 30 kîlometre. Bi her halî wê ji bo aliyê Kurd muhim be, hay ji van aliyan hemûyan hebe. NAVENDA NÛÇEYAN