61'emîn Xelatên Grammy li Staples Center a li Los Angelesê hatin dayîn. Di şeva xelatdayînê de ku pêşkêşvaniya wê Alicia Keys kir, Kacey Musgraves, Drake, Cardi B, Dua Lipa, Lady Gaga, Childish Gambino û Ariana Grande xelatên mezin bi dest xistin.
Ji hunermendên muzîkê Lady Gaga, Kacey Musgraves û Childish Gambino her yekî 3 xelat wergirtin. Stranbêja muzîka country, Kacey Musgraves di warên "Stranbêja muzîka country ya herî serketî", "performansa solo ya country ya herî serketî" û "albuma salê" de 3 xelat wergirtin û surprîzek çêkir.
Hunermend Dua Lipa di salên dawî de navdar bûbû û di şevê de xelata "hunermenda nû ya herî serketî" û xelata "Tomarkirina dansê ya herî serketî" wergirt.
Cardi B. di warê "albuma rapê ya herî serketî" de xelat wergirt ku bi vê yekê bû yekem jina ku di vî warî de xelata Grammy werdigire.
LOS ANGLES