Ez nizanim, ezê îro çawa nivîsa xwe ya wê hefteyê binivîsnim.
Bi rastî rojeva Kurdistanê gelekî tije ye, lê belê îro mijara herî girîng çalakiya grêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger e. Bi sedan însan ev 43 roj in di grêva birçîbûnê dene. Dewlet bêdenge, raya giştî bêdenge, çapemenî bêdenge, lê malbatên girtiyan li pêşiya zindanê ne û li benda bersivê ne. Her roj li pêşiya dadgehê runîştandin û daxuyaniya çapemeniyê tê dayîn.
Dema em tên pêşiya dadgehê wê demê mirov hîs dike, belkî em û çalakvanên grêva birçîbûnê nezî hev in. Raste tenê dîwarê zindanê di navbera me de ye.
Ez hemû çalakvanan sîlav dikim. Ji ber ku çalakvanên grêva birçîbûnê ne ji bo xwe, tenê ji bo rêberê xwe û ji bo gelê xwe mirina xwe danîne ber çavan. Di roja 40`emîn me li Amedê meşeke mezîn li darxist. Bi hezaran kes dixwastin tevlî meşê bibin, lê belê polîsan astengiyên mezîn derxistin. Êdî li Tirkiyê polîs mudahalê vekîllê me jî dikin.
Ez nizanim ezê niha navê kijan hevalê me bidim? Ji bo min pirsgêrekek heye ji ber ku bi sedan hevalên me niha di zîndanê di grêva birçîbûnê dene. Ji bo wê jî pêwiste gelê Kurd zêdetir li wan çalakvanan xwedî derkeve û raya giştî ya Ewropa hişyar bike ku ev çalakî ne ya wan çalakvanan tenê ye, ya gelê Kurd e.
Pêwiste herkes wê çalakiyê, weke xîreta xwe bibîne û xwedî li wê çalakiyê derkeve.
Piştî 40 rojan tahlukêya mirinê destpêdike. Ev mirin ne mirinekê erzane. Ji bo wê jî , bêdeng nemînin.
Ez bang dikim, bila herkes xwedî li wan çalakvanan derkeve.
Îro roja xîretê ye. Ka gelê me? Ka şaredar û vekîlên me? Îro heya gelê me û şaredar û vekîlên me ranebin li ser piyan raya giştî û AKP wê bêdengiya xwe berdewam bikin.
Ji ber ku AKP naxwaze ku raya giştî agahdar bibe, li pêşiya zindanê jî êrîşî me dikin.
Dewlet dibêje bêdeng bimînin, em jî dibêjin bêdengî ji bo hevalên me mirin tîne.
Ji bo wê jî em cejnên xwe pîroz nakin, emê li pêşiya zindanê rûnin û piştgêriya hemû çalakvanan bikin.
Ez hemû çalakvanan yek bi yek sîlav dikim û we hembêz dikim. Xwedê qewetê bide wan..
Grêva birçîbûnê