Girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê dikin. Denîz Kaya li ser navê girtiyên siyasî daxuyanî da û got, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û girtiyên nexweş werin berdan, bi armanca hişyarkirinê ew ê 12’ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê bikin û çalakiya wan wê 3 rojan bidome.
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Tirkiyeyê, Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî da. Kaya got, ew xwedî helwêst in û wiha dewam kir: “Di şerê azadiyê de dibe ku em dîl ketibin destê faşîzmê, lê belê di dîroka me ya têkoşînê de jî hatiye dîtin ku em ti carî teslîm nebûne.”
Tecrîdê qebûl nakin
Kaya ji bo tecrîdkirina Ocalan got, “Rêberê me li zindana Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de xwedî helwêst û seknekê ye. Em, zêdeyî 10 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, li dora Rêberê xwe dicivin û destnîşan dikin ku em tecrîdê ti carî qebûl nakin.”
Denîz Kaya bi bîr xist ku bi raporan hatiye destnîşankirin ku bi sedan hevalên wan bi nexweşiyên giran ketine û got, “Hiştina wan li zindanê û dermannekirina wan, şêweyekî eşkere yê cînayetê ye. Dewleta TC’ê wextekê bi kiryarên nediyar tevdigeriya û xwe meşrû dikir, niha bi rengekî eşkere vê yekê li zindanan dike. Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Lewma em dibêjin, li dijî her kiryara faşîzma AKP-MHP’ê em ê ti carî tawîzê nedin û em ê li ber xwe bidin. Weke girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo tecrîda li ser Rêberê me rabe û hevalên me yên nexweş werin berdan û dermankirin, bi armanca hişyarkirinê em roja 12’ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê dikin. Greva hişyarkirinê wê 3 rojan bidome. Em bang li gelê xwe, mirovahiyê dikin ku li dijî rejîma faşîst a dewleta TC’ê dengê xwe rakin û li ber xwe bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN