Greva kasibkaran ev 19 roj in didome
Kasibkar û dikandarên bajarê Rojhilatê Kurdistanê greva xwe ya giştî ev 19 roj in dewam dikin.
Greva giştî ya kasibkar û dikandaran ji bajarên Bane û Ciwanro yên girêdayî parêzgeha Kirmaşanê dest pê kir. Piştre li bajarên Merîwan, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê belav bû.
Kasibkar û dikandaran li gel greva xwe ya giştî di nava 19 rojên bihurî de gelek caran xwepêşandan kirin. Li ber qaymeqamtiyên bajaran sofreyên vala raxistin û herî dawî jî çalakiya vedana kon pêk anîn.
Heta daxwazên wan pêk bên
Rayedarên hikûmeta Îranê di nava 19 rojên bihurî de çend caran serdana Rojhilatê Kurdistanê kirin û sozên çareseriya pirsgirêkan dan. Belê, welatiyan ev qebûl nekir û dibêjin, heta sînor neyên vekirin, nirxê bac û gumrikê kêm nebe, ew ê dikan û bazarê venekin. SINE