Çalakiya Greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21’ê Mijdarê dest pê kir, di roja 41’an de bi koma 20’emîn didome.

Di dema dewrgirtina çalakiyê de Hevserokê Nûnertiya HDP’ê Abid Îke axivî û got; “Heta ku tecrîdkirina Ocalan neyê bidawîkirin wê çalakiya me bidome. Em bang li raya giştî dikin ku beşdarî çalakiyên greva birçîbûnê bibin û piştgiriya çalakiyan bikin.”

 

ANF/HEWLÊR