Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Fransayê Strasbourgê di roja 18’an de dewam dike. Ji gelek welatên Ewrûpayê xelk diçe serdana çalakiyê. Welatiyên ji bajarên Swîre, Ingilîstan, Lehistan, Çekya, bajarên Elmanyayê Pforzeim û Freiburgê piştgirî dan çalakgeran. Ji bo sala nû, koma Berxwedan jî bi stranên şoreşgerî piştgirî da çalakiyê. Jinên ku li Strasbourgê ketine gireva birçîbûnê qala armanca çalakiya xwe kir.

‘Jin wê tecrîdê bişikînin’

   

Rojnamevan Gulistan Çiya Îke got, “Saziyên navneteweyî yên wekî CPT û Konseya Ewrûpayê (KE) peywirên xwe bi cih nayînin. Saziyên navneteweyî alîgiriyê dikin. Ji bo ev sazî peywirên xwe bi cih bînin, em 15 kes ketin greva birçîbûnê. Leyla Guven bi sekneke jixwe bawer dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Em ê jî heta dawiyê piştigiriyê bidin vê çalakiyê. Tecrîd wê bi pêşengiya jinê bê şikandin.”

Bi biryardarî çalakî 

   

Aktivista TJK-E’yê Nurgul Başaran jî dibêje: “Ji bo em dengên xwe bi CPT û bi AIHM’ê bidin bihîstin me dest bi greva birçîbûnê kir. Abdullah Ocalan her dem pesnê hêza jinê dide. Heger em bi hêza xwe bawer bin û em têkevin nava hewldan û têkoşînê, em ê vê tecrîdê rakin. Her wiha em bi vê çalakiya xwe dixwazin ku hişmendiya rêxistinbûyinê bi pêş bikeve. Em careke din dibêjin, em li gel Serokê xwe ne.”

Dengê wicdanê civakê

   

Siyasetvan Dilek Ocalan jî bal kişand ser girîngiya çalakiya greva birçîbûnê û got, “Ev serîhildan ji aliyê jinekê û li hepsa Amedê hat destpêkirin, ku her dem li dijî faşîzmê bûye navenda berxwedanê. Ev yek ji bo me gelekî taybet û girîng e. Di pêvajoyekê de ku nirxên exlaqî nemane, çalakiyên bi vî rengî ji bo me xwedî taybetmendiyeke cuda ne. Em dixwazin bi vê çalakiyê dengê wicdanê civakê bidin bihîstin.”

   

NAVENDA NUÇEYAN