Gelê Kurd, bûye xwedî hişmendiyek dîrokî û siyasî.
Êdî, li dijî kiryarên faşîzan û kujerî, çalekiyên ku dikevine rojeva raya giştî ya cîhanê lidardixin. Gelek caran em dibêjin, “Kurd di aliyê dîplomatîk de lewaz in” lê guman dikim ku, tevger û têkoşînên dîplomatîk, ne tenê hevdîtinên bi siyasetmedaran re ne.
Çalekiya greva birçîbûnê ya li Strasbourgê jî, bi qasî rol û misyona siyasî û civakî, xwedî rol û misyoneke dîplomatîk e. Bi hêsanî em dikarin bêjin ku, di vê qonaxa ku rewşa çalekgeran her ku diçe xerab dibe, xewa rayadarên Ewropa yên pêwendîdar jî direve. Kimya mêjiyê wan dibe deşo.
Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê, di daxwaza azadî û mafê xwezahî de, di daxwaza jiyaneke bi rûmet de jî xwedî roleke dîrokî ye. Ji ber ku gelê Kurd di destpêka sala 2012´an de, kampanya ´An azadî, an azadî, ji bo Ocalan azadî, ji bo gelê Kurd statu´ da dest pê kirin. Ev pêvajo bi 8´ê Adarê dest pê kir û bi pîrozbahiyên Newrozê gihaşt asta herî bilind û heta bi 4´ê Nîsanê, Meşa Amara dewam kir; bi grevên birçîbûnên ku, çalekgeran li zindanên Tirkiyê û Strasbourgê dane destpêkirin berdewam dike.
Greva birçîbûnê, weke çalekiyek pasîf tê binavkirin. Lê ne wilo ye, dema ku mirov bedena xwe kire mertal, dibe çalekiya herî pîroz û giranbiha. Tiştek ji canê mirov bi nirxtir û pîroztir nîne. Çalekgerên Kurd jî, ev nirx û pîrozî kirine ala azadiyê.
Êdî xewn û xeyalên statukoparêzan xerab bûne. Ji aliyekî ve li zindanên Tirkiyê, rayedarên statukoparêz; ji aliyê din ve li Strasborugê, rayedarên ku destekê didine dewletên dagirkerên Kurdistanê, nema dikarin bi hêsanî hesabên dûrûdirêj li ser gelê Kurd û li ser xaka Kurdistanê bikin.
Efsûna wek destîniya nayê guhertin ji holê hilat û gelê Kurd, ji destpêka sala 2012´an û vir ve, meşrûiyeta desthilatdariyên dagirker red kir û statuya xwe ya îradî û siyasî îlan kir. Belkî daxuyanî neda, yan jî li ser bircikên Amedê li boriyên îlankirina îradî û xweseriya demokratîk neda, lê Amed, biqasî Enqere di siyaseta Tirkiyê de xwedî gotin e.
Greva birçîbûnê ya li zindanên Tirkiyê, greva birçîbûnê ya li Starsbourgê jî, li Ewropa otorîteya dagirkerî û statukoparêzîya li dijî gelê Kurd têk birin.
Baş tê zanîn ku, statukoparêziya li Enqerê dirêjî paytextên Ewropayê jî dibe. Bi vê mebestê, greva birçîbûnê ya li Strasbourgê xwedî rol û mîsyonek dîrokî ye. Her roja ku çalekger di kûraya ´bêhalketina bedena xwe de rojek li paş dihêlin´ topek li dîwarên mabedên statukoparêziyê dikeve û deverekê di dîwar de vedike. Ne hêsa ye, 50 rojî birçîbûna bedenê û tenê vexwarina qentê, ne hêsa ye. Ez wê êşê û wê psîkolojiyê baş nas dikim. (Bi vê pêwanê ez lêbûrîna xwe ji çalekgeran dixwazim, ji ber ku kar, derfetên çûna serdana wan neda.) Lê îradeya ku bi berdêlên giranbiha û di nava 30 salên şerê dijwar û giran de hatiye bidestxistin, di giyanê çalekgeran de ala serketinê dibalivîne. Ev serketin, di dengê Fuat Kav de, ku di mikrofonên Radyoya Dengê Mezopotamya de û di ekranên Nûçe TV de olan vedide, xuya dike. Aliyekî têkoşîna gelê Kurd çiyarêzên Kurdistanê ne, aliyek kolanên bajarên Kurdistan û metopolên Tirkiyê ne, aliyekî têkoşîna gelê Kurd tevahiya cografya Ewropa ye.
Gelên li Ewropa Şoreşa Fransa û encamên wê jiyan e û ew nirx ji destên xwe winda kirine. Lê gelên li Rojhilata Navîn, ji pêvajoya pêxemberan û heta îro, guhertinên şoreşgerî ne jiya ne. Yekemîn car e ku gelên herêmê ketine pêvajoyeke wisa. Lewma em navê têkoşîna gelê Kurd bi guhertina dîrokî re, bikartînin û bi nav dikin. Têkoşîna ciwanên kurd, çalakiya grevên birçîbûnê, weke destan û rol û misyonek pêşengî û zora li dîrokê binav dikin.
Rojhilata Navîn ku dibin desthilatdariyên otorîter de dihate guvaştin, serûbinî hev bûye. Tirkiye, ber bi paşverûtiya cemaetan biçe jî, rastî dîwarê Hareketa Azadiya Kurd tê. Ewropa ku dixwaze, statukoparêziya, bi şerê yekemîn yê cîhanê, weke bextreşiyekê layiqî gelên li Rojhilata Navîn dîtiye, li hundir, di navêndên xwe de rastî dijberiya kurdan tê. Di dîroka Ewropa de, tu hêzên li derî Ewropa, biqasî Kurdan bandor li siyaseta Ewropa, li civaka Ewropa ne kiriye.
Kurd îro li Ewropa, rol û misyoneke Şoreşa Fransa dilîzin.
Belkî biqasî êrîşa li dijî Girtîgeha Bastîlê nîne, lê di guhertina civakê de, xwedî rol û misyonek e. Ciwanên kurd, bi çalekiyên xwe, çalekgerên greva birçîbûnê yê li Strasbourgê jî, kimya bedena siyastemedar û rojnamevanan xerab kirine. Ava kimyewî ya mêjiyê wan tevlîhev kiriye. Ev bûyer û pêhatî wê di nava demê de bandorên mezin bikin.
Siyaset, ne tenê axaftin û kanunçêkirin e. Siyaseta mezin bandora li ser civakê û xerab kirina xewn û xeyalên sosret e. Greva birçîbûnê ya li Strasbourgê jî, ew bandor li ser civaka Ewropa kiriye. Di têkbirina xewn û xeyalan, xerakirina hesabê dagirkerî û statukoparêziya ku destên wê dirêjî navenda cîhanê Kurdistanê dikin roleke dîrokî dilîze.
Hêvî ew e, ku CPTê û Komisyona Ewropa, di wijdan û berpirsiyariyên xwe de dereng nemînin.
Grevên birçîbûnê