Weke li gelek bajarên Kurdistanê, li Wanê jî xelk bi nihêrîna Ocalan re ye û dibêje, guh bidin Ocalan, ji nû ve muzakereyan û pêvajoya çareseriyê bidin destpêkirin.

Gava ku em li nava xelkê bajarên Kurdistanê bigerin, em dibînin ku nihêrînên Ocalan ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bi giştî tên qebûlkirin. Li Wanê jî xelkê got, divê bi beşdarbûna gel pêvajoyeke çareseriyê ya nû bê destpêkirin û her kes guh bide bangawaziyên Rêberê Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê. Di nûçeya Mujdat Can a Ajansa Mezopotamyayê (MA) de wanî daxwaza xwe ya çareseriyeke aştiyane bi beşdariya gel dikin.

Doza pêvajoyeke nû heye 

Ramazan Başak yek ji wan waniyan e ku doza pêvajoyeke nû ya çareseriyê dike: “Divê hikûmet ji bo aştiyê hin biryaran bide. Divê guh bide daxwazên gel. Pêvajoya çareseriyê ji bo rantê xira kirin.”

Ji şêniyên Wanê Alî Gokan jî dixwaze demildest pêvajoyeke çareseriyê dest pê bike: “Divê êdî ev welat bibe welatê aştiyê. Ma wê heta kengî mirov hevdu bikujin. Em 8 kes in û em hemû betal in. Em nikarin debara xwe bikin. Niha ji ber şer gundên me hatine qedexekirin. Ji ber van qedexeyan em nikarin biçin gundên xwe. Eger aştî hebûna me yê karibûya biçûna gundê xwe û me yê heywan xwedî bikirana, giya bidirûtana.”

Mafên Tirkan çi bin em ji bo Kurdan dixwazin

Selîm Îşbîlîr jî doza lihevkirina bi gelê Kurd re dike: “Em ji dewletê dixwazin ku dev ji van polîtîkayên xwe berde. Bila bên û ji gel bipirsin, ka ev gel şer dixwaze yan na? Ji bo kê şer dikin? Nexasim jî divê aqlê dewletê guh bide bangewaziyên Birêz Abdullah Ocalan. Niha bi hezaran mirov di hepsê de ne. Mafê Tirkan çibe em ji bo Kurdan jî heman tiştî dixwazin.

Heta niha bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane. Lê ji niha û pêve jî bi sed hezaran mirov bimirin, bi sed hezaran mirov bên girtin jî em ê dev ji zimanê xwe û nasnameya xwe bernedin. Divê maseya aştî û muzakereyê bê danîn.”

Pêvajoya çareseriyê wê krîzê jî ji holê rake

Husnu Şahîn jî dibêje, “Eger aştî çêbe wê mirov nemirin. Em dixwazin li vî welatî xwîn nerije.” Şeref Şahîn jî doza pêvajoya çareseriyê dike û dibêje, “Êdî em şer û mirinê naxwazin. Divê pêvajoya çareseriyê ya berê dîsa dest pê bike. Eger pêvajoyeke çareseriyê hebe, mirov wê rihet bin, kes wê neyê girtin, mirov wê karê xwe bikin û her tişt wê xweş bibe. Ji ber vî şerî krîza aborî çêbû. Ji ber vî şerî û krîza aborî êdî mirov nikarin gezek nan bibin mala xwe.”