Merasîmên Şeva Qedir li mizgefta Emer Bin El-Xetab a li Hulika Jorîn û li Mizgefta El-Fetih a li taxa Hulika jêrîn hate lidarxistin. Bi dehan welatî beşdarî herdû merasîmên Şeva Qedir bûn.

Piştî ku beşdaran nimêj kir, berdevkê Meclîsa Sûriyê Demokratîk li Helebê, Yehye Mehmûd axivî û bal kişand ser girîngiya Meha Remezanê û Şeva Qedir û got, Qurana Kerîm di Şeva Qedir de ayetên wê daketine ji Hezretî Muhemed re.

Piştî axaftinê beşdaran Qurana Pîroz xwend û nimêj kir, her wiha li peyamên Îslamê yên li ser aştî û hezkirinê hat guhdarîkirin.

Di merasîmê de xurme û şêranî li welatiyan hate belavkirin û Şeva Qedir bi xwendina duaya Şeva Qedir bi dawî bû. 


ANHA / HELEB