Rojnamevan Qareman Şukrî Zeynedîn ê ji Başûrê Kurdistanê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûr axivî û got, “Rojane balafirên şer ên dewleta Tirk herêma me bombebaran dikin. Ji ber ku guhê hikûmetê jî di destê Tirkiyê de ye, bêdeng e. Divê ciwan li hemberî vê rewşê rabin.” Dewleta Tirk li aliyekî xaka Başûrê Kurdistanê bê navber bombebaran dike, li aliyê din jî sewqiyata eskerî didomîne. Heta niha di encama êrişên dewleta Tirk de bi dehan welatiyên sivîl li herêmên Balekayetî, Behdînan, Binarê Qendîl şehîd bûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li hemberî vê bêdeng e. Guhdarî daxwazên welatiyan nake Yek ji rojnamevanên herêma Behdînan, Qareman Şukrî Zeynedîn der barê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de got, balafirên şer ên dewleta Tirk her roj herêma wan bombebaran dikin û wiha peyivî: “Belê hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember vê bêdeng e. Ji ber ku guhê hikûmetê di destê Tirkiyeyê de ye. Ji ber vê jî hêviyek me ji hikûmetê nemaye. Ji ber hikûmet guhdarî daxwazên welatiyan nake.” Bibin xwedî helwêst Qareman Şukrî Zeynedîn got, ew ji ciwanan daxwaz dike ku bi xwe li dijî van êrişan derkevin û wiha pê de çû: “Ji ber ku ên welat rizgar bikin û biparêzin, ciwan in. Di navbera PDK û AKP’ê de cudahî nîne. Ji ber ku heger li hemberî bombebaranên dewleta Tirk li dijî herêma Behdînan ti helwêsteke wê nebe, wê demê cudahiya wan û dijmin nîne. Ji ber wê jî ez daxwaz ji ciwan û rewşenbîran dikim ku bibin xwedî helwêst.” BEHDÎNAN/ ROJNEWS