Rojeva siyasî hingî xwe dubare dike êdî mirov naxwaze der barê rewşa siyasî de tiştekî binivîse, lewre bivênevê mirov jî gotinên xwe dubare dike. Berê der barê şer de wiha dihate gotin: “Şer siyaseta bi navgînên cuda ye.” Hinekan jî digot, “Tundî maka guherînan e.” Îro gelek kes dibêjin, “Bi şer tu pirsgirêk çareser nabin.” Hinek jî dibêjin, “Êdî mirov bi riya çekan nikare tu mafî bi dest bixe.” Ev giş tesbît in, encama azmûnên dûr û dirêj in, lê her yek ji van ramanan xwediyê bingeheke bîrdozî ne. Kesên van tiştan dibêjin hinekî jî daxwaza xwe diyar dikin.
Li gorî baweriya min hê jî şer û tundî wekî navgîna guhartina rewşên heyî  bi kar û bi kêr jî tê. Kesên ku dibêjin, “Dema bi çekan xwestina mafan derbas bûye.”, dixwazin ku mafê bikaranîna çekan ji bindestan bigirin, ew maf bi tenê di bin pawana di destê dewlet û serdestan de be.  Di roja îroyîn de serdest û kedxwar, hêzên gerdûnî yên sermayedar çekan  li  her cihî bi kar tînin. Li gorî agahiyan welatê ku herî zêde çekan difiroşe Amerîka ye û welatê ku herî zêde çekan dikire jî hevalbenda Tirkiyeyê Erebistana Suudî ye. Tirkiye jî li pey çekên giran û pêşketî ye. Kesên ku dibêjin, “Bi çekan tiştek çareser nabe” li Sûriyeyê çekan didin hêzên dijber. Gelek çalakiyên ku dijberên rejîma Sûriyeyê pêk tînin, li dijî pîvanên şer in, lê kes van çalakiyan wekî teror û bikiran wan jî wekî terorîst bi nav nake. Wekî din jî her kes li gorî berjewendiyên xwe dijberên xwe wekî terorîst bi nav dike.
Tundî wekî navgîneke guherîn û veguherînê bi kêr were jî, ji aliyê însanî û exlaqî ve heke ne ji bêgaviyê be, ne navgîneke rewa ye. Ji ber ku di encamê de mirov jiyana xwe didin û dawî li jiyana hinekên din tînin. Ji bo vê yekê jî heke derfetên xebata demokratîk hebin divê şer wekî navgînekê neyê bikaranîn. Divê mirov şer ji bo parastina hebûn û jiyana xwe wekî çareya dawîn bi kar bînin. Rast e, sinc û exlaqê şer heye, divê di şer de jî hinek rêzik li ber çavan bên girtin, lê şerekî paqij nîn e, hemû şer qirêj in, mirovan jî bi domana demê re qirêj dikin.
Me gelek caran gotiye ku îro li Tirkiyeyê kêşeya desteserkirina mafên Kurdan êdî ketiye qonaxa çareseriyê. Mercên neteweyî û navneteweyî êdî çareseriyê li ser her du aliyan jî ferz dike.  Navgîna pêkanîna çareseriyê jî têkoşîna sivîl û demokratîk e. Lê hikûmeta AKP’ê û hevalbendên wê nahêlin ku siyaset peywira xwe bi cih bîne.  Girtina siyasetmedarên Kurd rê li ber siyasetê digire, qanûnên antî-demokratîk destûrê nadin ku Kurd mafên xwe yên bingehîn bi kar bînin. Her wiha benda ji sedî deh jî benda li ber aştî û çareseriyê ye.
Hevalbend û aqilmendên hikûmeta AKP’ê her tim dibêjin, “Bila Kurd şer nekin, siyasetê bikin” lê belê riya siyasetê bi qanûnan, bi girtinan û bi kuştinan digirin.  Heke bi rastî dixwazin ku şer û lêkdan bi dawî bibin û Kurd bi rêbazên siyasî têkoşîna xwe bidomînin, divê riya siyasetê vekin, qanûnên ku rê li ber siyasetê digirin biguhêrin.
Lê mixabin rayedarên AKP’ê xwediyê helwesteke cuda ne, kengî di qada şer de tengav dibin êrîşî qada siyasî dikin, rê li ber sazî û xebatên demokratîk digirin. Her wekî pêşiyên me gotiye, “Nikarin bi kerê dibezin kurtanê”. Binêrin niha jî di serî Tayîp Erdogan, hemû rayedarên AKP’ê bi tundî êrîşî parlementerên Kurd dikin, gefa rakirina bêrîbûnê û girtinê li wan dixwin. Bi vî awayî tiştek naçe sêrî, siyaset nikare peywira xwe bi cih bîne û di encamê de dê dîsa şer û pevçûn derkeve pêş û mirov jiyana xwe ji dest bidin.