Di 21’ê Çileya 2014’an de avakirina Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê bi awayekî fermî hat ragihandin. Di nava meclîsê de Desteya Karê Derve, Desteya Karê Hundir, Desteya Darayî (maliyê), Desteya Perwerde û Hîndekarî, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Desteya Karûbarên Olî, Desteya Mafên Mirovan, Desteya Parastinê, Desteya Çandiniyê, Desteya Bazirganî û Aboriyê, Desteya Enerjiyê, Desteya Vegihînê, Desteya Tenduristiyê, Desteya Zimhêrê (Temwînê), Desteya Kar û Karûbarên Civakî, Desteya Jin, Desteya Ciwan û Werzîşê, Desteya Veguhestinê, Desteya Alîkariyên Mirovî, Desteya Çandî cihê xwe digrin. Meclîs bi serokatiya Ekrem Hiso û herdu cîgirên wî Elîzabêt Gewriye û Hisên El-Ezam tê birêvebirin. Her wiha her desteyek jî serokê desteyê û du cîgirên wî/wê karê wê oraganîze dike. Di nava xebatên rêveberiyê de hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Çeçen, Asûrî, hwd û hemû ol û baweriyên herêmê bi awayekî wekhev li ser hîmê biratiya gelan mil bi mil cih digrin. Bi boneya nêzîkbûna yekemîn salvegera ragihandina rêveberiyê Serokê Meclîsa kantona Cizîrê Ekrem Hiso bersiva prisên ANHAyê da.


Rêveberiya we çawa xwe bi rêxistin kir?

Di nava salekê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk karîbû hebûna xwe li tevahiya bajarên herêma Cizîrê bi awayekî rêxistinî biafirîne û desteyên xwe ava bike. Her wiha di aliyê aborî, çandinî û tenduristî, leşkerî de bikeve nava civaka herêmê, her wiha karîbû dengên gelê Rojavayê Kurdistanê bigihîne raya giştî ya cîhanê û bi gelek aliyan re bikeve nava têkiliyan. Rêveberiyê di aliyê civakî de jî rê li pêşiya gelê herêmê vekir ku xwe bi xwe birêxistin bike, komîn û meclîsên xwe ava bike da ku karibe jiyana xwe ya civakî birêxistin bike. Rojavayê Kurdistanê di nav de herêma Cizîrê ji destpêka şoreşê de ji aliyê siyasî, leşkerî û hemû aliyan ve rastî êrîşan tê. Lê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saya tekoşîna şervanên Yekîneyên Parastina Gel û xwedîderketina gel bi hemû pêkhateyên xwe li rêveberiya xwe karîbû li hemberî van êrîşan bisekine û hemû astengiyên li pêşiya wê derdikeve ji hole rake.


We hemû gelan hemêz kir?

Ji destpêka xwe ve sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelê herêmê ji xwe re esas digre û û ji bo tevlîbûna welatiyan di nava xebatên wê de vekiriye ye. Rêveberî ji gel pêk tê û bi awayekî demokratîk ji jêr ve ber bi jor tê avakirin. Li ser vê bingehê rêveberî bi meclîsa xwe ya rêveber, Melcîsa Dadwerî, Meclîsa Zagonsaz û Desteya Bilind a Hilbijartinan hatiye avakirin. Piştre me rê li ber karmendiya di nava saziyên rêveberiyê û desteyên wê de vekir û welatiyên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe û beşên civakê tevlî nava xebatan bûn. Paşê her saziyek ku gelê herêmê ji birêxistinkirina xwe avakiribûn û li ser erdê ji bo xizmetkirina civakê dixebitîn bi desteyên xwe ve hatin girêdan.


Di salekê de xebatên çawa hatin kirin?

Me heta niha gelek turimpeyên avê yên li bajarên herêmê ku ji beriya niha sekinî bûn, dan bikaranîn û ji bo gelek bîrên avê ku pirsgirêka wan a ceyranê hebûn, me ceneretor peyda kirin da ku av bigihêje tevahiya welatiyên herêmê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkarên herêmê jî me gelek xebat dane meşandin. Wekî rêveberî me tov (toxim) û mazot da cotkaran û ji bo peydakirina madeya semadê û alavên çandiniyê yên pêwîst jî em di nava xebatan de ne. Di demeke nêz de emê pirsgirêka ceyrana herêmê bi rêjeyeke mezin çareser bikin. Di aliyê tenduristiyê de jî ji bo sererastkirina hemû alavên tenduristiyê ku pirsgirêkên wan ên teknîkî hene û naxebitin, xebatên me hene û em ê vê yekê bicih bînin da ku ev alav bikevin xizmeta gelê herêmê. 


Li hundur û derve xebatên çawa hatin meşandin?

Her desteyek meclîsa me ji bo birêxistinkirina jiyana civakî li gorî pêdiviyên herêmê qanûn amade kirin û ji Meclîsa Zagonsaz re pêşniyar kir. Gelek ji van qanûnan heta niha hatine erêkirin û ji aliyê desteyan ve li ser erdê ketine pratîkê. Desteya Karê Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a herêmê di aliyê Kurdistanî, herêmî û navnetwî de erkên xwe bicih anîn û gelek xebat dan meşandin. Ji encamên hevdîtinên desteyê li Kurdistanê, dewletên herêmê û li cîhanê gelek şandeyên navnetwî hatin herêmê û serdana navenda meclîsê kirin. Rêveberiya Xweser ji bo lihevkirina hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê gelek hewl dan kir û para wê jî di xebatên ji bo îmzekirina Hevpeymana Duhokê û avakirina Lêvegera Siyasî ya Kurd hebû. Ji bo xurtkirina têkiliyên Rojava bi Bakûr, Başûrê û tevahiya Kurdistanê re gavên mezin hatin avêtin û gelek têkilî hatin danîn.


Cîhan bi we hesiya?

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi xebatên xwe li hersê herêmên Rojavayê Kurdistanê û bi teybat di berxwedana dîrokî ya herêma Kobanê de, gelek bandor li qada navnetwî kir. Bi vê yekê beriya Kobanê û piştî Kobanê hemû rastiyên li ser erdê hatin naskirin û bi saya berxwedan û şoreşa gel rêvêberiyê bêhtir dengê xwe veda û hat qebûlkirin. Sîstema rêveberiyê her wiha bêhtir hat diyarkirin û zelakirin. Îro welatê Ewrûpayê vê rêveberiyê wekî nimûne ji bo birêvebirina welatên xwe digrin dest û dixwazin ku vê rêveberiyê li cem xwe pêk bînin. Bi hemû desteyên xwe em xebatan dikin ku bêhtir ev rêveberî were bicihkirin û li tevahiya cîhanê belav bibe. Divê her kes zanibe ku hêzên YPG û YPJ’ê di bin sîwaneya Rêveberiya Xweser de li şûna mirovahiyê li Kobanê şerê terorê dikin. Her kes êdî nas dike ku ev rêveberî li ser bingehên demorasî û wekheviya di navbera pêkhate û baweriyan de xebatan dide meşandin. Ev rêveberî wê ji bo aloziya Sûriye bibe nimûneya çareseriyê û di nava armancên rêveberiyê de ev yek cihê xwe digre. Ji bo vê jî em bang li tevahiya hêzên cîhanê dikin ku piştgiriya vîna gelê Rojava. 


MEHMED NÛRÎ EKINCÎ/HOGIR EBDO/ANHA/AMÛDÊ