Heyeta ku ji Waliyê Sêrtê Musa Çolak Parlementerên Sêrtê û Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Recep Ziyadanogullari pêk dihat di rojên borî de Serokkomar Abdullah Gul ziyaret kirin. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak di civîna meclîsa şaredariyê de der heqê hevdîtina xwe de agahî dan û got; "Mer li ser razemeniyên bajêr, rewşa civakî, aborî û çandî de agahî dan Serokkomar Gul. Me xwest ku Gul piştgiriyê bide projeyên li bajarê me pêş dikevin."
Sadak anî ziman ku wan li ser pirsgirêkên bajêr axivî ne û der heqê çareseriya wê de nêrînên xwe anîne ziman. Sadak wiha axivî: "Me der heqê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya 2 rojan de jî agahî dan Serokkomar. Me ji Serokkomar re aşkera got ku di vê pêvajoya ku xwîn dirije û ciwan tên kuştin de mirov nikare behsa aştiyê bike. Lewma me xwest ku wekî serokkomar ew ji bo aştiyê ştla zeytûnê dirêj bike. Me aşkera got ku em ji bo aştiyê û her awayê fedekariyê jî amade ne."
Sadak anî ziman ku wî Serokkomar Gul vexwendiye Newroza Sêrtê û mîhrîcana fistiqan jî.
SÊRT