Te bi xweşikbûn û dilpakiya xwe di nava dilê her kesî de perçeyek ji xwe hîşt. Rengê xwe da bexçeyê Kurdistanê û wek pepûleyeke gul bi gul hebûna xwe belavî deverên Kurdistanê hemûyan kir. Wisa xweşik bûbû qey te digot bihûşt bi xwe ye û xweşikbûn di nava xwe de hewandiye. Bi hebûna xwe ya azad banga azadiyê dikir. Ew hevrê û heval Avesta keça Efrînê ya berxwedêr e.

Di şopdarî û peyrewiya Silavayan de afirandina giyanek nû: Avêsta

Her roj berxwedan, her roj berdêlên herî mezin tê dayîn. Keç û xortên Kurdistanê bi dengê berxwedanê mezin dibin ji ber vê ew jî dibin şopdar û baskên xwe vedikin, dibin berxwedêrên welêt. Bi bayên şoreşê re ew jî dibin şoreşgerên Kurdistanê. Hevrê û heval Avesta jî wek jineke ciwan di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Gavên şoreşê li Rojavayê Kurdistanê li her derê dihat bihîstin. Di nava germahiya şoreşê de heval Avêsta jî gav bi gav nêzî hebûna xwe dibû. Êdî dem dema biryara jiyanê bû, wek serdemeke nû diviyabû wê jî biryara xwe bida. Heval Avêsta di demên herî dijwar yê şoreşê de hevrê Silava nas dike. Her ku nas dike di şexsê Silava de germahiya şoreşê heta hinavên xwe hîs dike, lewra heval Silava xwedan sekneke bi hêz e, û di nava civakê de hebûna xwe dide hîskirin ango şoreşa jinê di şexsê xwe de pêk tîne. Hevrê û heval Silava, ji bo serkeftina şoreşa Rojava wek jin dibe xwedan risteke diyarker lewra ew di nava civakê de pir bi bandor bû ji ber vê yekê keçên ciwan gelekî ji sekna wê bi bandor dibûn. Heval Avêsta, di kesayetiya heval Silava de têkoşîna azadiyê dinase û biryara têkoşîna jiyana azad dide. Hebûna jinê ya di nava şoreşa gelan de bala cîhanê hemûyî dikşand lewra jinê di serî de ji bo azadiya xwe têkoşîneke bêeman dida û heval Avesta jî di nava vê nûbûnê de bi rengê xwe beşdar dibû. Hêj di gavên xwe yên pêşî de heyecan, coş û morala wê wiha mezin bû ku bi derdora xwe dida hîskirin ku ew ê bibe jineke şoreşger û bi xurtî tevlî şoreşa gelan bibe. Ji ber ku bi hemû hêza xwe tevlî hemû xebatên heyî dibû. Wek jin, bi reng û sekna xwe ya xurt di jiyanê de yekser hebûna xwe dida nîşandan. Ji ber vê her tim dema ku bi hevalên xwe re hestên xwe yên azad parve dikir digot; ‘ji bo jiyanek azad û bi rûmet xwegihandina heqîqetê kesayeteke fedayî dixwaze. Kesayetên fedayî yên ku her tim ked didin û giyanên xwe bi temamî ji bo rêya azadiya gelan dibexşînin wê serbikevin.’

Bêyî westandin pêşengtî dikir da ku bibe parazvaneke şoreşê

Keça çavxezal ya Efrîna berxwedêr Avêsta, di meşa xwe ya afirandina paşerojeke azad de çi tişt li pêşiya xwe asteng nedidît. Ji ber ku dizanî, ji bo jinê tenê rêyek heye ew jî şerkirin e, ango têkoşîn e. Xwedan bawerî û îddayeke mezin bû, lewra têdigihîşt ku; têkoşîneke xurt wê serkeftina şoreşê jî bi xwe re bîne. Piştî perwerdeyeke bingehîn li bereya şer cih digire. Bi tevlîbûna xwe ya xurt û asta alîkarîdayînê de erkên mezin hildigre. Û di demeke pir kin de di nava rêveberiyê de jî cihê xwe digre. Tevî ku şert û mercên heyî gelekî zehmet in, lê ew bêwestandin tevlî xebatan hemûyan dibe û di nava hevalan de jî gelekî tê hezkirin. Ji ber ku cesareteke mezin dide derdora xwe. Di nava şertên herî zehmet de wek jineke bi hêz di eniyên şer de ji hevrê û hevalên dibe mînak. Bi cesaret û vîna xwe, sekneke xurt çêdike. Heta dawî li ber xwe dida û hêza xwe hemû ji bo pêkanîna erkên xwe bikar danî. Bi demê re tevahî erkên ku dikeve ser milên wê bi serkeftî pêk tîne û ji ber vê erkên hîn mezintir jî radike. Di perwerdeyên leşkerî de hevriyên xwe perwerde dike da ku li hember zehmetiyan hemûyan bikaribin helwêstên xurt raber bikin û bi ser bikevin. Bêyî ku biweste pêşengtî dikir da ku bibe parêzvaneke temam a şoreşê. Dema ku armancên xwe yên azadiyê parve dikir digot; “Rêber Apo ji bo hebûneke bi rûmet û serbilind pêk bîne li hember jiyanên çewt wek tîrêjên Rojê paşeroje mirovahiyê ronî kir. Şewqa xwe da welatê me û Kurdistana rengîn bi vê ronahiyê xeta rast ya jiyanê nas kir. Rêber Apo bi ronahiyeke bêdawî şewqa xwe da cîhanê hemûyî. Wekî ku mirovên mirî ji nû ve zindî kir. Rêber Apo pêşengê rastiyekê ye. Her kesê peyrewê vê rastiyê, yê ji felsefe û jiyana azad bawer kirî û ji bo wê têdikoşe bi komplo û êrişên herî mezin re rûbirû dibe. Lê belê gelê me û berxwedêrên vê xakê her roj bi dayîna berdêlên pir mezin vê komployê pûç dikin. Ango xwe feda dikin da ku xak, dîrok û hebûna xwe biparêzin. Êdî ne tenê gelê Kurd, her kesê ku ji jiyana azad bawer dike bi ronahiya Rêber Apo dest bi meşa azadiyê dike. Bi dilmezinî û herîkîna felsefe û hezkirina Rêber Apo wê têkoşîna me bilintir bibe pê re jî jiyana azad ronahiya xwe bide her dera gerdûnê. Rojên reş têk biçin û dîroka rast berxwedêrên xeta azadiyê binivsîne.”

Ji wargehên berxwedanê meşa ber bi çiyayên asî

Hevrê Avêsta di nava hevalên xwe de her tim bû peşengeke pir xurt. Bi taybetî wek jin xwedan fikreke azad bû. Hezkirina wê ya çiyê pir mezin bû û di nava vê xeyala xwe ya mezin de li çiyayan meşiya. Her tim bi gotina; ‘Ez li çiya nêzî azadiyê me’ xeyalên xwe pêk dianî. Ji bo hîn zêdetir Serokatiyê nas bike û fam bike bû xwedan gelek ked. Her tim digot; ‘Em li hember Serokatî kêm dimînin ji ber vê ji xwerexenekirinê zêdetir divê em bi Serokatî re bijîn’ Di nivîsên xwe de jî dilsoziya xwe bi Serokatî her tim dianî ziman. Ji bo bibe bersiv pir hewl dida. Jiyana watedar ya gerîla asta biryardariya wê zêdetir kir. Her tim digot; ‘Felsefeya Rêber Apo dihêle ku em jiyana xwe bidomînin, îradeya jinê derxînin holê û xurt bikin. Wek jin divê em di têkoşîna azadiyê de bi serkeftî erkên xwe pêk bînin.’

Heta ku keç û xortên Kurdan her roj li qûntar û geliyên welatê me şerê azadiyê bimeşînin û xwe feda bikin, rûmetên xwe biparêzin wê ala ku ji Sarayan gihîştiye Silava, Avêsta, Amara û Dilovanan her tim li asîmanan welêt bilind be. Em xeyal û hêviyên azadiyê bigihînin serkeftinê û bibin şopdarê şehîdan. Heke hezkirin û dilsoziya me bi tevgera azadiyê roj bi roj zêdetir dibe sedama herî bingehîn şehîdên me yên bi nirx in.

VEJÎN EFRÎN