
Me xeyalên xwe dixemilandin ji bo siberoje û rojen azad. Rûyên bi ken me xistin nava xeyalên xwe. Her roj çavên me li rûyên bi êş diketin, me jî rûyên bi ken û tijî hêvî dixistin nava xeyalên xwe ên siberojê. Ew rûyên bi ken û tijî hêvî me dixistin hênceta gaveke din ji bo xeyalên xwe. Ew dilê ku di hesreta ronahiyê de me agir pê xist û em daketin qada cengê rojên bi ronahî û azad. Temaşekirina rêyen tarî, mirin bû, qebûlkirina bênamûsiyê bû. Lê belê wexta me eniya xwe ji rojê re vekir di kêliyên di despêke de me anora mirovahiyê nas kir. Windakirina anora xwe, windakirina xwe bû. Her kêliya ku derbas dibû bi ronahî an jî bi reşahiyê, anora me tê de hebû, anora me ya kêm dibû yan jî zêde dibû.
Me xwest wexta azad û rûyên bi ken nêzî me bin. Me xwest em bi tiliyên xwe seh bikin têhna rojê. Di dilê xwe de me xwest şiyar bikin çavên wextên tijî ronahî. Di jiyane de bi dilê xwe, bi pêlên rastiyê kenê wextên azad me xwest bi neqişînin li ser rûye rojê.
Ji dîrokê dengek li ber guhên me mayê
Roj gul e
Bibîne xweşikbûna wê
Ken bide
Gulan bigire
Ew dara me pala xwe dayiyê...
Em ketin pey xunçeyen rûken. Şerî germbûn dişewitand, lê ew gulên ku berê xwe dayîn rojê bi xweşikbûna xwe em ji me girtin û birin. Em ketin pey hêviya jiyanê. Çiqasî xeyalên me mezin bûn hêviya jiyanê herikî di nava meşa me de û me dizanî em di van rêyan re biçin gelek kes wê bikevin pey me. Me jî rê nas dikirin û dizanî hinek li pêşiya me di van rêyan re meşiyane û ketine pey xewn û xeyalên mezin. Em jî ketin pey wan xeyalên mezin û dema coş dibûya jiyana azad. Wexta herkes bêdeng bû, me bi qêrîneke bi coş bêdengî belav kir. Ew tirsa wek xergemanekî ketî ser xewnên me, me şikand. Rêya me carinan di şiverêyên bi berf re derbas dibû, carinan jî di rê û dirbên bê ser û bin re derbas dibû. Carînan tarî jî ba, me rêya xwe nas dikir, me dizanî em didin ser şopên kê û em ê li ser kîjan şopan bimeşin.
Li ser van şiverêyan ji me dewsên ti kesî winda nedibûn. Ev dara me pala xwe dayiyê wê bibe şahida me, ev kevirê li kêleka me wê biaxive. Wext wê biaxive, wexta ku em bê av mayîn me çawa hêvî avda û me wext bê hêvî nehişt. Wext jî wê biaxive, wexta êş ji çar hêlan ve bi ser me ve dihatin, çawa ruh bi xewn û xeyalên me hat û bûn coşa jiyanê. Ew dengê dilê me yê ku bê sekin di rûyê jiyanê de dike kutekut, wê biaxive. Em dizanin niha em dimeşin û em ê dewam bikin, heta rûyê vê axê azad nebe li ser van şopan meş wê dewam bike û şiverêyên çiyayan wê zêde bibin. Vê rastiyê baweriyeke ji pola ava dikir di ruhê me de. Me ev bawerî ji hinekan wergirt û niha jî ji yên li pey xwe re em wê dihelin. Rêyên me hêdî hêdî bi şopan hîn mezintir bûne.
Her kesî dixwest mişt heqîqet binivîse
Çawa ku me dengê yên li pêşiya xwe ji xwe re wek bangawaziyekê dît û rawestan weke xiyanetê qebûl kir, em dizanin ku yên piştî me jî wê vê rastiyê ji me xurttir hîs bikin û bibînin. Dibe ku em jî nebînin zarokên welatê me wê çawa kenên azad diyarî dîroka me bikin. Lê coşa wan wextan, ji niha ve hêzê dide meşa me.
Me dizanî meşa me û sekna me çiqas xwedî pîvan be, jiyana me jî wê hewqasî sade û xweşik be. Ji ber vê yekê jî ji bo xweşik û azad binivîsîne, pelê dîrokê diketin nava pêşbirkê. Herkesî dixwest ya mişt heqîqet û xweşik binivîsîne. Me dixwest wê berxwedana can dide ruhê me binvîsînin. Rastiya xweşikbûnê û azadiyê gihiştibû dil û mejiyê me. Bedena me bi xwe re ketibû şerekî bê dawî. Dîroka ji agir dixwest ku em cilên ji agir li xwe bikin ku neşewitin. Ew fikra azad ya ketî nava ruhê me û mejiyê me, ji me re digot, tu yê di nava van cilan de her kêlî bibî agir; nexwe ev cilên ji agir wê te bişewitînin. Divê agir di bedena me de bi ramanên azadiyê pê ketî ji pêten wan cilan bilintir bana, nexwe em ê bişewitiyana û me yê bişewitanda.
Rastiya ku ruhan dixe nav zelzeleyan
Felsefeya jiyana em fêrî bûyîn ji me re digot, wexta her kêliyekê baş bizane, ji ber ku di her kêliyekê de berdêlên pirr giran hene. Hingê me fêm dikir ku di gerdûnê de her tişt bi hebûna xwe wateyekê dide, di gerdûnê de tişta herî piçûk jî wateyeke xwe heye. Ji wextan me wexta bi wate û azad ji xwe re hilbijart, vê rastiyê jî hemê rêyên me dibirin behra azad û tijî wate. Felsefeya rêberê me dikare xwe rexne bike. Vê rastiyê ruhê me dixist nava zelzeleyan, ev zanista mezin di mejiyê me de hemû tiştên kevin hildiweşandin, ew fikrên me yên teng ji xwe û şêwazên xwe şerm dikir. Divê me qirêja dîroka reş ji ser xwe biaveta; wexta me ji nû ve reng digirt. Wexta em di rêyên tijî berf re derbas dibûn, me fêm dikir wateya ji nû ve reng girtinê. Wexta me fikrên xwe, xeyalên xwe bi hev du re parve dikirin, me ferq dikir mirovahiya xwe û piştî bi salan, hezkirin û bawerî didît. Her ku me gavek diavêt, me teybetmendiyên hev du ên cuda nas dikirin, bi vî awayî me hezkirin, acizbûn û hêviyên hev du nas dikirin. Heman bawerî û hêvî em hîna zêdetir nêzî hev du dikirin.
Piştî salan, me kesayeta xwe ya parçe parçe bûyî digihand hev du. Vê rastiyê baweriyeke bi hêz dida me. Ji bo em ji jiyanê hêz bikin me xwe bi fikrên azadiyê û bi baweriya evîna jiyana azad dipêça. Li hemberî wê mirina her kêlî bê wijdan bi ser me de dihat, em dibin hêvî. Piştî vê zanistê, dema fikra mirinê em dorpêç dikirin, agirê di ruh û bedena me de pêketî, dibe hêvî, can dide fikra me û bedena me. Ji ber vê yekê jî pirr caran me xwe ne bi qeweta xwe ya bedenî, me xwe bi baweriya xwe û bi mezinbûna hêviyên xwe, xwe ji mirinan xilas dikir û em dimeşiyan.
Roja me, fikrên me weke ku ti şikl bidî pola, wisa bi me re mijûl bû. Ya rastî, bi dilopa şekildayîna zinaran bû, ji nû ve gihîştina me ya jiyanê. Roja me wisa ked da me û dide me. Wek wan pisporên pola, ewî jî şiklek da mejiyê me û qalibeen mejiyên me yên hişk şikandin. Me jî dizanî kesê ku carekê ji ava azadiyê vexwe, careke din nikare ji avên din têr vexwe.
Meşa me ji hemû dilan re ku ji bo evîna azadiyê lê didin, strana azadiyê ye, belav dibe li ser rûyê cîhanê.