Li Mezopotamyayê xweza xwe bi çar demsalan dixemilîne û her demsalek bedewiya xwe ji ya din re dike xelatî û bi xatirekî demkurtî ciyê xwe ji ya din re dihêle. Di welatê me de, yanî li Kurdistanê zivistan sar û dijiwar in. Janên zivistanê bi mirovan didin zanîn ku wê li pey wê biharekî xweş û pirrengî were. Ger zivistanên me nerm û bê berf û baran biborin, kena li ser rûyê herkesî kêm dibe, wê demê dizanin ku wê biharekî bê reng û temenkurt li benda wan e. Ji bo wê barîna berfa zêde li welatê me coşê dide dilê her candarê vî welatî. 

Zivistan bi rengê spî hemû deverê dipêçe û mizgîniya rojên xweş dide li hemû candarên di nava xwe de. Zivistan, ducaniya biharê bi awayekî herî xurt dijî. Di meha sibatê de zayîna biharê di bin janên herî dijiwar de, di rehîma mehên zivistanê de çêdibe. 

Adar, bi zayîna yekem bedewiya biharê dike xelatî ji zarokên xwe re û dibe hêviya bedewiyê ji hemu candaran re. Bihar, xwe bi rengên jiyanê dixemilîne ji bo mizgîniyê bide çiyayên bilind, hemu rengên xwe li ser baskên perperîkan dineqşîne û perperîk bi bedewiya azadiyê berê xwe didin çiya û newalên dur, bêhna biharê li hemu deveran belav dikin. 

Her demsal dibe mizgîni ji demsala din re. Zivistan, ducaniya xwe de biharê dize. Bihar, hemu zarokên ku aniye dinê, teslîmî havînê dike ji bo wana li ber germahiya rojê mezin bike û bi temenekî herî destdayî bike bedewiya bejna payîzê. Havîn, di hemu wextan de zarokên xwe dixemilîne ji bo kirasê payîzê li xwe bikin û bibin xemla rengên payîzê. 

Payîz, bi bêhnek fireh li benda xemla xwe dimîne. Bi bedewiya dilê xwe dibe xelata her sê demsalên din. Li van deran jiyîn û evîndar nebûyîn ne di destê mirovan de ye. Di payîzê de her rengek ji rengê din bedewtir û narîntir xwe berdide nava kurahiya dilên mirovan. Welatê evîna rengan, rengê evîna mirovan jî zêde dike. 

Payîz weke navê xwe narîn û delal e. Ji dildaran re yar e, ji bilbilan re evîn e. Di nava bedewiya payîzê de gerîla bûyîn rengekî cudatir û narîntir e. Ji me gerîlayan re di hemu demsalan de jiyan bi wate ye. Her demsalek di dilên gerîlayan de xwedî wateyeki cudatir û bihatir e. Tu demsal li gel gerîlayan bê wate nîne û vala nayê jiyîn. Her demsalek dibe rengê demsala din di dilê gerîla de. Ji bo gerîla bihar evîn e û payîz evîndar e. Di çiyayên Kurdistanê de jiyîn û evîndar nebûyîna xwezayê ne gengaz e. Her kêliya jiyanê mirov evîndarê bedewiya bejn û bala demsalan dibe. Zivistan ji bo gerîlayan ger zehmet be jî, di heman demê de mizgîniya biharekî nû ye. Her bihar jî dibe mizgîniya mehên havînê û havîn ji gerîlayan re dibe mizgîniya xemla payîzê. Pelên daran diweşin û gerîla ji bo amadekariyê zivistanê dimeşin. Payîzên çiyan naşibin tu payîzan. 

Di çiyan de mirov hemu rengên xwezayê pir bi awayekî delal dibîne. Payîz hemu bedewiya demsalan di nava xweda kom dike û dibe sifreyek ji rengan û xwe radixe nava kurahiya dilên gerîlayan. Dema ku payîz tê gotin, gerîla tê bîra mirovan. Ji ber pirrengiya gerîlayan û payîzê gelekî dişibe hevdu. Çawa ku hemu rengî di payîzê de wateya xwe dibînin, di nava gerîlayan de jî hemu mirov û cins bi wateya hebuna xwe jiyanê dijîn. Di gerîlayan de rengê tu kesî kêm nabe. Armanca hemuyan yeke. Lê rengê bedewiya her gerîlayekî cudatir e ji yên din. Dengê dilên gerîlayan weke pêlên deryayan carnan hêdî hêdî xwe berdide nava newalên kur yên çiyayan, carnan jî bi awayekî coş berbi biharan ve diherikin. 

Rengê jiyana gerîla dişibin rengê zer ê payîzê. Rengê ku mirovan aram dike û bawerî dide ji bo jiyanekî nû. Mêzekirina çavên her gerîlayekî mizgîniyekê ji bo jiyanekî nû, weke xemla payîzê ku dibe mizgîniya demsalekî nû. Bi barîna barana payîzê re bêhna axê xwe berdide nava dilê mirovan û ji koka gîhayan wateya temenên demdirêj ê jiyanê hêvîyên mirovan kurtir û bi watetir dikin. Li ber peşkên baranê di nava pelên zerbuyî de meşîn coş dide dilê gerîlayan. 

Her demsal wateyek ya jiyanê di afirîne ji bo mirovan, ji hinek kesan re payîz pîrbuyîn û xatir xwestina ji salê ye. Ji hinek kesan re jî rengê qutbuyîna ji hev e. Lê ji me gerîlayan re rengê jiyanek nû û pirrengiya civakan e. Di payîzê de dema bayê hênik ji çiyayên bilind tê û bi xwe re bêhna azadiyê tîne, di wê demê de dilê mirovan bi coşa azadiyê serxweş û mest dibe. 

Dema ku ba li daran dide û dar bi awayekî nazenîn pelên xwe teslîmî bayê dike, dizane ku wê ew ba wan pelan neêşîne û bi awayekî hêdî wê teslîmî dayika me ya axê bike. Ew pelên ku li ber tîrêjên rojê zer bûne û ji bo jiyanek nû xwe amade kirine, bi dansa azadiyê xwe berdidin ser rûyê axê û bi axê re dibin yek. Ji bo bibin tov û gubreya jiyanekî nû. Dayika me xweza dizane ku di kîjan deman de kîjan zarokên xwe teslîmî ya din bike. Di payîzê de dema ku mirov li ber çemên mezin rûdinê û bedewiya payîzê a ku dibe xemla xeyalên mirov dinêre, di wê demê de dilê mirov jî bi wan pelan re li ser rûyê avê ber bi azadiyê ve diherike û digihîje deryayên dilê hemu evîndarên heqîqetê. 

Çawa ku her çar demsal hevdu bi wate dikin û ji hevdu re dibin mizgîniya jiyanên nû, bi heman awayî gerîla û payîz jî hevdu bi wate dikin û dibin xemla dilê hevdu. Çiyayên ku gerîla tê de tunebin, ew çiyan weke zarokên sêwî li jiyanê digerin. Çiya jiyanê dide gerîla, gerîla jî wateya çiyayan pîroztir dike. Hatina her payîzekî dilen gerîlayan geştir û bi coştir dike. Ji ber ku dizane payîz mizgîniya bihara nû ye.