Xewnên kurekî li gundekî Kurdistanê mezin dibe û ka ew çawa malbata xwe ya pêşmerge di çavên xwe dide dike abîdewarî, wê bibin mijare filmeke Hollywoodê. Çav li rê ye dîmenên filmê îsal li Herêma Kurdistanê bên girtin.
Hilberînerê filmê Gabrielle Allen dibêje, ev çîrokeke gerdûnî ye. Ji bo wê, "Ev serpêhatiyeke evînê ye li ser rûmet, wêrekî, hevrêtî û dilsoziyê. Ew her weha li ser wê yekê ya ka mirov çawa miamele dikin bi wan astengiyan re ku em hemû di jiyanê de li wan rast tên, çawa wan pirsgirêkan hal dikin. Navê filmê wê bibe A True Desert Rose (Gueleke bi rastî ya çolê) û senarîstê wê jî Karzan Qadir e.
Karzan Qadir bi filma xwe ya sala 2012´an a bi navê Bêkes, xelata Oscara xwendekarna wergirtibû.
Ev filma nû wê li ser kurekî 12 salî yê li gundekî piçûk e. Xewna ya herî mezin a vî kurî ew e ku bibe pêşmerge, weke bavê xwe, bapîrê xwe û birayê xwe. Axir bi pirsgirêkên tavilê re film vê çîrokê wê vebêje.
NAVENDA NÛÇEYAN