Axim ez!..Û ez, bi gulfiroşek evîndar re,  li qelaçê gundekî, li bendeyî pêjna dewseke ne diyar…
Û bendeyî bêhneke ji hênaseya dilê pûnijî rûniştîme ez.
Di destê gulfiroşa min de kulîlkên azadiyê hene
Di kanikên çavên wê de, rondikên ramûsanî diherikin.
Hawara me di pêjna dewsa bêrîkirinê de, bi evîneke jara jinên dilbirîn dilorînin. Ew bi gotinên stranê xemrevîna xwe tine ziman, ez pala xwe didime çiyarêzan…
Da ku, stran û çiyayên dilê min şityar ranezin…
Da ku newel û deştên welatê min bi barûda fetsînok neyên gêj kirin. Gulbijêrk û darmeyeên baxûbîstana welatê min neyên tarûmarkirin.      
Bêhnek û dengek me dihilgire…
Bêhn indeko ye..
Yek jî bi basimbara sedsalan barkiriye…
Ya din jî, di kefa mista evîndarên welatê min de kulîlkan vedike…
Evîndaêrn welatê min, bi dengekî blind, li sere zinarekî ezman dixemilînin… Piştre  dibe berbûliyê bûkên welatê min.  Hingî dengê Gulfiroşa min dibe stranên berbûlî… Hingî dengê min,  dibe helbesta govenda welatekî  azad…
Hingî, cengawerên welatê min,
Hingî gulfiroşa welat min 
Hingî ez û helbesta xwe di reşka çavên şikera mêrûjinên pakrewan de, li ser mistek  ax û qurtek av û milek ezman û birrek stêrik  li hev têne mehrkirin.
Mehra min sunda pakrewanan e
Mehra min xwîna di gorên komî de ye
Û ez mehra xwe wek navê oleke nû di rûpelên dîrokê de, bi peyamber û şagirtan re di pirtûkek pîroz de dinivîsim

Avim ez!..
Ez û evîna xwe,
Sunda peyamber û şagirtan, bi sunda congariyên welatê xwe, ezê gotin bi gotin, hevok bi hevok ezber bikim;  
Kilamên ezmanî,
Sozên erdanî,
Gotinên insanî,
Biryarên dilsozî,
Di malzaroka erdê de wek nivîştokên behişta gulbijêrkan vekim. Di atlasê ezmanê şînxalî de bibim girîş. Di diraxeya stêrikan de…  Di atlasê cîhanê de, ku di destê zilm û zordestiyê de tengezar bûye; di destê selefkariyê de bêzar bûye; di  destê dagirkeriyê neçar bûye; di destê înkarê de hejar bûye; di destê çekên kimyewî de ji singûberê jiyanê bêpar bûye; di tecrîdê ji xêrûxêratên ademiyet û konevaniya exlaqî dûr ketiye…
Huquq kuştiye,
Exlaq fetisandiye…
Mirovahî dîl girtiye… 
Ezê bi mistek serma zivistanî, bi baqek şînkahiya biharî, û komek zerpelên payîzî, û milek ji germahiya havînî, di himbêza dilê welatê bi xwîna cangoriyan hatiye avdan, weke xelekek ji biska yarê, bi mizgîniyek qîrênî li çar aliyên cîhanê xelvedim…

Agir im ez!...
Wek nave Zîlan û qîrêna Hogir..
Wek tivinga Egîd û hêviyên kuştiyên di dema Şêx Seîd de, li pişta Axreşka  Mêrdînê û hawara bênavên di riya Siltan Şêxmûs de, li pêşberî ava pîroziyan û bêdengiya dibinê ziftê de…
Wek kuştiyên  di şikeft û nawîsên Dêrsimê de
Û birîndariya Xelîl Uysal di deşt û newaleke kûr û fereh de…
Wek, kuştiyên li Eleqemşê û Çiyayê Sasonê, ez û riyên koçberiyê de xwîn û birîn im ez!...

Dîse jî dibime gulokek agirê volkanî
Dîse jî di dilên germik de diteqim û wek bahozek azadî difurim…
Û dikevim û radibim  
Û dibêjim, doh jî ax bûm, îro jî axim û dibime gula li kolanên Amedê.
Û dibêjim doh jî azad bûm, îro jî azad im
Li kolanan û dergehên bajaêrn welatê dagirkirî digerim
Di qîrêna cengawerekî bê nav de, li Geliyê Tiyarê û navsera Çiyayê Bagokê… Di kûraya guherên dûrûdirêj de… Li beroj û mesîlên xelek bi xelek bi hevûdin ve girêdayî… Li deştûnewalan, li gom û newelan …  Li ser şikêrên mêr û jinan… 
Wek erhejekê, wek volqaneke derengmayî diteqim.
Di her teqînê de gulên kolanan vedikim..
Di her erdhejê de, gulên tax û gundên azad vedikim
Û li Girava Imralî, li zindanên metropolan
Bi şêpên deryayî û hêrsa insanî
Ez û gulfiroşa min
Azadiyê diqîrin