
Helbestvana Kurd a ji Başûrê Kurdistanê, Gulnar Elî pêr li Emerîkayê koça dawî kir.
Gulnar Elî ku ji bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê ye, bi sedema nexweşiyê di 43 saliya xwe de li Emerîkayê bi yekcarî xatir ji dinyayê xwest.Gulnar Elî Baleteyî sala 1974’an li gundê Balete yê ser bi parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye û pênc dîwanên wê yên helbestan bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî hene. Her wiha, xwediyê du romanên bi her du zimanê Erebî û Îngilîzî jî ye. n NAVENDA NÛÇEYAN