Rewşa xeter a li ser girtiyê siyasî yê kurd Hebîbûllah Gulperîpûr ku dewleta Îranê cezayê darvekirinê lê birrîbû dewam dike. Hebîbullah Gulperîpûr ku sala 2009’ê hatibû girtin, bi îdîaya ku endamê PJAK´ê ye cezayê darvekirinê lê hatibû birrîn.
Gulperîpûr ku beriya bi mehekê ji girtîgeha Urmiyê veguhestibûn girtîgeha Simnanê û rayedarên ewlekariyê(Rayedarên Îtlaatê) yê vî bajarî wî bi darvekirinê tehdît kiribûn.

Destûr nedan hevdîtina malbatê
Veguhestina cihê girtîgehê yê Gulperîpûr û gefên darvekirinê yên dawî, tirs û fikar zêde kirin. Ji ber cezayê Gulperîpûr yê darvekirinê ji aliyê dadgeha bilind ve jî hatiye erêkirin, di serî de malbata wî, hemû raya giştî ya kurd kete nav fikaran ku Gulperîpûr jî bêyî agahdarkirina parêzerên wî bi dizî were darvekirin. Dewleta Îranê berê jî girtiyên siyasî yên kurd beyî ku agahî bide malbat û prêzarên wan bi ji nişkê ve darvekiribû.
Herî dawî daxwaza malbata Gulperîpûr ya hevdîtinê hate redkirin. Ev yek tirs û fikarên li ser jiyana Gulperîpûr zêdetir dike.

PJAK hişyar kiribû
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku Hebîbullah Gulperîpûr bi îdîaya endamtiya wê ceza lê hatiye birîn jî, li ser nûçeyên belav bûn, bi daxuyaniyekê hişyarî dabû rejîma Îranê û gotibû, darvekirina girtiyên siyasî xeta me ya sor e. PJAK´ê diyar kiribû ku eger darvekirin pêk werin ewê naçar bimînin biryara xwe ku ji bo rawestandina çalakiyan dabûn ji nû ve binirxînin û bersivê bidin.

Îsal 88 kes hatin darvekirin
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku herî dawî di 17´ê Nîsanê de li Îranê li girtîgeha Adîl Abad a bajarê Şîrazê 8 kes hatin darvekirin. Li gorî daneyên fermî, ji destpêka îsal ve li Îranê 88 kes hatine darvekirin.

ANF/URMIYE