Li pişt gelek komkujiyê li Kurdistanê destên qirêj ê xiyanetê veşartiye, bê guman. Ji bo komkujiya Zargelî jî divê em ji planên li pişt perdê bigerin. Li Başûr mixabin gelek caran bûyerên bi vî rengî diqewime lê ne ji aliyê gel ve bi awayekî tund tê şermezarkirin ne jî medya vê rolê digire ser milê xwe. Gel bi salan rastî heman karesatê tên lê mirov şaş dimîne ji bêhelwestiya li Başûr. Diyar e hinek sedemên vê bêdengiyê heye ew jî partiyên siyasî yên li vê parçeyê Kurdistanê ye. Li gorî berjewendiyên xwe hewl dane gel birêve bibin û her carê ku gel xwestiyê dengê xwe rake bi dijminatiya ji neteweyîbûnê re hatiye tewanbarkirin. Lê carekê dema em li derdora xwe temaşe bikin di bin navê netewîbûyîn yan jî netewperestiyê de gel hatiye bêdengkirin. Bi rewşa xwe ya heyî razî hatiye hiştin.
Niha em hinekî eşkere biaxivin ku êdî kêr gihiştiye hestî. Li Zargelî komkujiyek çêbû. Balafirên şer ên Tirk sînor dabe zanin û karîn bi rojan çiyayên Başûrê Kurdistanê bombebaran bike. Kesên digotin PKK mêhvan e, gelekî baş mêhvandariya balafirên Tirkan kirin û rê da wan ku bi rojan bombeyan bi ser gerîla û gelê herêmê de bibarîne. Wê demê diyar e li gel wan PKK mêhvan e û pêwîst e biçe lê artêşaTirk a dagirker dikare gelekî bi hesanî destê xwe bihejîne û bikeve mala kurdan. Kê kurd e, kû der mala kurdan e, êdî em jî şaş mane, ji ber yên îdiaya kurdayetiyê dikin, di rêyek din de dimeşin. Kurdbûnek wisa divê beriya her tiştî baş were lêpirsînkirin, ez wek kurdekê guman ji vê kurdbûnê dikim lê hûn?
Mijarek din jî ew e ku plana bombebarana Zargelî ji wê demê ve destpêkir ku Tirkiye û PDK’ê li ser maseyê rûniştin û fikirîn çawa behaneyekê bibînin ji bo PKK’ê ji Başûr derbixin. Gelek plan hatiye danîn ku jixwe bi demê re emê hemiyan bibînin û em dibin şahid. Divê behaneyek ji bo derxistina PKK’ê hebe. Ya herî baş çiye, tu sivîlan bombebaran bikî û paşê bêjî hebûna PKK’ê dibe sedem ku sivîl têne qetilkirin. PDK’ê hinek malbatên ku li Binarê Qendîl jiyan dikin, lihev civand û Barzanî bixwe bi wan re hevdîtin kir. Îjar ev malbatên şehîdan çawa bi qîmet bûne. Paşê ragihandina wan ji xwe wek ya Erdogan amade ye, dest bi propagandaya vê kirin ku malbatên şehîdan dixwazin PKK ji Başûr derbikeve û ew dibin sedem Tirkiye êrîşî me dikin.
Were ji xwe re li vê sosretê temaşe bikin, cîhanê bi çavê xwe dît ku li wir, li wê gundê PKK nebû û hemiyan bi yek dengî Tirkiye şermezar kirin. Tenê ji bo behaneyekê ji derxistina PKK’ê ji Başûr derbixin, ewqas mirovên sivîl kirin qurbanî, malê wan wêran kirin. Niha jî diçin bi wan re rûdinên, dibêjin emê meaş bidin we, emê we xwedî bikin. Ji wan re dibêjin PKK bû sedem ku Tirkiyê êrîşî we bike. Li şûna ku Tirkiyê şermzar bikin, li şûna ku li hember dagirkeriyê bisekinin û rûmeta xwe biparêzin, berê tîrê xwe dane PKK’ê. Li şûna ku bi gel bidin famkirin ku Tirkiye dagirkere û divê li hember wê bi helwest bin, PKK sûcdar dibînin. Ya din tenê bi daxuyaniyan re bi sînor man, hinek şande çûn lêkolîn kirin lê çima kes raportên xwe eşkere nake. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê tenê PDK jî nîne, hikûmetek hevbeş heye, partiyên din jî şirîkê vê rêveberiyê ne. Ji bo wê jî nabe helwesta partiyan di nav xwe de cêwaz be lê dema dibe mijara hikûmetê, gavek pratîk neyê avêtin. Di bin daxuyaniyên şermezarkirinê de bila kes xwe neweşêre. Êdî dema wê jî nîne tenê hinek lêkolîn çêbûn û herkes biçe mala xwe de rûnê, ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Êdî bese ku li Başûr partî dilê dagirkerên xwe xweş bikin.