
Di roja 143. a berxwedana Kobanê de, ku di merheleya serketinê de bi operasyonên paqijkirina gundan dewam dike, li eniya rojhilat gundek, li eniya başûr jî gundek û 2 girên stratejîk hatin azadkirin. Di vî şerî de 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Di roja 143. a berxwedana Kobanê de, ku di merheleya serketinê de bi operasyonên paqijkirina gundan dewam dike, li eniya rojhilat gundek, li eniya başûr jî gundek û 2 girên stratejîk hatin azadkirin. Di vî şerî de 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku berxwedana Kobanê ya li dijî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê di merheleya serketinê de tê meşandin, di roja 143. de bi operasyonên paqijkirina gundan dewam kiriye. Di daxuyaniyê de li ser operasyonên duh bi şev ev agahî hat dayîn:
Gundê Taştokê hate paqijkirin
"Hêzên me duh bi şev li rojhilatê Kobanê li hemberî gundê Taştokê yê di bin dagirkeriya çeteyan de bû, operasyonek dan destpêkirin û gundê Taştokê azad kirin. Li nêzî vî gundî di navbera hêzên me û çeteyan de hînê pevçûn diqewimin. Hêzên me li vê qadê wesayîtek çeteyan, tevî çeteyên tê de îmha kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin.
15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Di çarçoveya Pengava Azadkirina Kobanê de hêzên me pêşdeçûna xwa a li rojavayê Kobanê jî berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de hêzên me gundê Susanê û 2 girên stratejîk a li nêzî Susanê hedef hatin girtin. Piştî pevçûnên dijwar hêzên me gundê Susanê ji çeteyan paqijkirin, her 2 gir jî xistin destê xwe. Li vê qadê 15 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin.
Hêzên me tevî 5 termên çeteyan dest danîn ser doçkayek 14,5 mm, 8 kleş, 22 şarjorên kleşê û 2 qutî guleyên wê, 1 roketavêja B7 û 5 guleyên roketavêja B7, 1 BKC û 2 qutî guleyên BKC û 3 bêtel."
ANHA/ KOBANÊ