Hêzên Heşdî Şebî doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya fermî gundê Sîba Şêx Xidir radestî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Meclîsa Xweser ya Şengalê kirin. Hêzên Heşdî Şebî Gulana 2017’an ev gund ji DAIŞ’ê paqij kiribû.

Fermandarê Heşda Şebî Ebû Ebid axivî û radest kirina gundê Sîba Şêx Xidir li tevahiya civaka Êzîdxanê pîroz kir û got: “Em îro kêfxweş in ku gelê Êzîdî hatiye li ser ax, gund û navçeyên xwe bi rêve dibin, hêviya me jî ewe ku êdî gelê Êzîdî ji koçberiyê vegerin.”

Em ê şehîdên YBŞ’ê ji bîr nekin

Ebû Ebid îşaret bi berxwedana YBŞ’ê jî kir û got: “Ev 4 sale YBŞ ji bo dawî anîna çeteyan şer dike. Emê wek Heşda Şebî ti caran keda şehîdên YBŞ’ê ji bîr nekin.”

Li ser navê fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî Arîf Şengalî axivî û got; “Em radest kirina gundê Sîba Şêx Xidir li tevahiya Êzîdiyan pîroz dikin û spasiya hêzên Heşdî Şebî dikin. Emê bi hemû hêza xwe parastina gund û navçeyan bikin.”

Banga vegerê

Piştî wê li ser navê xelkê gundê Sîba Şêx Xidir, Qendîl Şengalî jî axivî û bang li welatiyên koçberbûyî kir da ku vegerin ser malên xwe. Şengalî di dewamê de spasiya hemû hêzên şer kirîn kir û got ku ewê şehîdên li ser vê axê şehîdbûyîn ji bîr nekin. Qendîl bang li hikûmeta Iraqê jî kir da ku ji bo vegera jiyana li Şengalê bikeve nava xizmetguzariyê. n ŞENGAL