Komên çete yên girêdayî Cephet El-Nusra bi armanca dagirkirina herêmê dest bi êrîşan kirin, lê li ber berxwedana şervanên YPG’ê û Cephat El-Ekradê (Eniya Kurd) gelek windahî dan û ji gundan beş bi beş tên paqijkirin. Li gorî çavkaniyên herêmê hat ragihadin ku şerên di navbera şervanên YPG’ê û komên çete de şevê berîn li gundên Adiko, Kendal, Gir Hiso û Qiz Elî heta destê sibê berdewam kiriye. Di encamê de komên çete ji gundên Adiko, Kendal û Gir Hiso hatin derxistin. Hat diyarkirin ku di şer de komên êrîşkar gelek windahî dane, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Di şerê li gundê Qiz Elî de 2 endamên El-Nusra hatin kuştin. Çeteyên Eniya El-Nusra gundê Ebû Feri yê 19 kîlometrî li başûrê Tirbespiyê dikeve ji şêniyên wê vala kirin û di gund de bi cih bûn. Gundiyên ku neçar man koçî Tirbespiyê bikin dan zanîn ku çekdarên El-Nusra hin gundên din ên di navbera Ebû Feri û Tewîl ên di herêma Başûrê Tirbespiyê vala kirine.
Tevlîbûna YPG’ê zêde dibe
Piştî teqîna li gundê Zexîra ya di navbera Çelaxa û Girkê Legê de ku di encamê de 2 endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger şehîd ketin, li Qamişloyê 16 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tevli nava refên YPG’ê bûn. Endamê Kordînesyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Aram Qamişlo da zanîn ku bi armanca piştgiriya hêzên YPG᾿ê ku parastina nirxên gel dikin endamên wan tevli YPG᾿ê bûne. Qamişlo, destnîşan kir ku 16 endamên wan berê xwe dane Çelaxa û tevli YPG’ê bûne.
300 sivîl di destê çeteyan de ne
Hat ragihandin ku 300 welatiyên sivîl ên li Girê Spî (Til Ebİyadê) ji aliyê komên çekdar ve hatibûn revandin, teslîmî koma bi navê Ehrar El-Şam hatine kirin û îşkence li wan tê kirin. Li bajarê Girê Spî koma bi navê Dewleta Îslamî Iraq û Biladî Şam di 20’ê tîrmehê de êrîşî malên kurdan kiribûn û 500 kes hatibûn revandibûn. Li hemberî vê yekê Eniya El-Ekrad (Eniya Kurd) jî emîrê El-Nusra yê Til Ebyadê Ebû Musap girtibû. Li ser vê yekê komên êrîşkar li hemberî berdan Musap soz dabûn ku dê sivîlan berdin. Lê piştî ku Musap hat berdan, komên êrîşkar sivîl hemû bernedan û nêzî 300 kesî li cem xwe hiştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, komên êrîşkar welatiyên sivîl wekî komên ji 60-70 kesan pêk tê cuda kirine û şandine aliyê bajarê Reqayê. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku sivîl hemû radestî koma bi navê Ehrar El-Şam hatine kirin û êşkence li wan tê kirin. Hat gotin ku dîlên sivîl hemû zilam in.
HASEKÊ