Di şewatê de gelek zîndewar jî telefbûn û gundê Asuriyan Herbol jî jê bandor bû. Wealtiyê bi navê Pîtros Karatay ê ku 4 sal berê vegeriya gundê Herbol ê ku salên 90’î hatî valakirin û diyar kir ku bi destên xwe 4 hezar şitilên daran çandin û wiha got: „Em bi kedekî mezin darekê diçînin lê ew bi guleyekê bi mîlyonan daran dişewitînin û ev yêk gelek xemgîn e.“ Karatay anî ziman ku şewat ji bo pêşiya vegeran asteng bikin derxistin.
Karatay destnîşan kir ku îsal dar û daristan gelek baş bûn û ji bo tu kes cigarekê neavêje erdê ked didan û ji vegera gund heya niha 4 hezar şitil çandin. Karatay diyar kir ku bi şewatê 4 hezar şitil hemû şewitîn û di heman demê de bi sed hezaran mêşên hingiv şewitîn û wiha axivî: „Em bi kedekî mezin daran diçînin lê ew bi tuleyekê bi mîlyonan daran dişewitînin. Ev xemgîniyekî gelek mezin e.“
Karatay bang li hemû welatiyan kir ku vegerin gundê xwe û xwedî li gundê xwe derbikevin. 


 SABAHATTÎN KOYUNCU/ŞIRNEX