Cîgirê Fermandariya Polîsê Sînor li eniya şer ji RojNews re piştrast kir ku gundê Beşîr ji destê çeteyên DAIŞ´ê ve bi temamî hat rizgarkirin. Arif Mihemed diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê xwe li hinek malên di nava gund de veşartine, û di kêliyên pêş de ew ê jî bi temamî werin îmhakirin. Mihemed da zanîn ku niha gundê Beşîr di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.
Endamê Meclîsa Walîtiya Kerkûkê ji lîsteya Tirkmen û fermandarê Hêzên Heşd El Şeebî li gundê Beşîr Necat Hisên ji RojNews re ragihand ku gund bi temamî hat rizgarkirin û çend malên 500 metre dûrî gund di destê çeteyan de mane.
Necat Hisên got: “Çeteyên DAIŞ’ê nikarin şer bikin. Lê belê xwestin bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî me bikin. Beriya ku bigihêjin hêzên me, bi alîkariya pêşmerge û balafirên Koalîsyonê wesayît hat îmhakirin.”
Beşîr 25 km li başûrê Kerkûkê ye û ji ber ku sê parêzgehên Kerkûk, Diyala û Selahedîn digihêne hevdu, gelekî stratejîk e.
ZANYAR DAQUQÎ /ROJNEWS / KERKÛK