
Hêzên Heşdî Şebî di çarçoveya operasyona bi navê ‘Şehîdên Şengalê’ de gundê Koço yê Êzîdiyan ji çeteyan paqij kir.
Hêzên Heşdî Şebî di çarçoveya operasyona ‘Şehîdên Şengalê’ de gundê Koço yê Êzîdiyan yê li Başûrê Şengalê, kontrol kir.
Hêjayî gotinê ye ku operasyonê pê bi şev dest pê kiribû û doh jî, gundê Koço ji DAIŞ´ê hat xilaskirin. Beriya fermanê li Koço qederê 4 hezar kesî diman.
Heşda Şebî wekî din rizgarkirina ji DAIŞ´ê ya 4 gundên din li Bakurê Rojhilatê Beacê ragihand. Li gora daxuyaniya Heşda Şebî hêzên wan gundên Bîska Başûr û Bîska Bakur, Hetemiye û Qabûsiye li bakurê Rojhilatê Beac kontrol kirin.
Cîgirê serokê desteya Heşda Şebî Ebû Mehdî Mûhendis ragihand ku hêzên Heşda Şebî pêr êvarê operasyoneke bi navê Şehîdên Şengalê, dest pê kiriye û armanca wê operasyonê kontrolkirina navçeyên rojavayê bajarokê Qeyrewan, Beac û sînorê Sûriyê ye.
Di daxuyaniya doh de jî hat gotin ku hêza Heşda Şeibî, gundê Îmilhatê ku dikeve rojhilatê nahiya Qeyrewanê kontrol kiriye û gundê Malhayê jî dorpêç kiriye û herwiha rêya îkmala DAIŞê ya di navbera gundên Hatemiyê û Koçoyê de jî birriye.
Her di çarçoeveya vê operasyonê de hêza Heşda Şeibî li herêmên navborî çend otomobilên bombekirî yên DAIŞê ji nav birine û firokeyên şerî yên artêşa Iraqê jî li gundê Koçoyê 3 otomobîlên DAIŞê rûxandine.
Armanca sereke ji vê operasyonê jî hingê wekî kontrolkirina gundê Êzîdiyan Koçoyê hat nîşandan ku çeteyên DAIŞê yek ji komkujiyên herî mezin li wê derê kiribû.
Komkujiya gundê Koço
Gundê Koço 18 kîlometroyan ji navenda Şengalê dûr e û sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê Komkujiyeke mezin lê pêk anîbû. Di encama vê komkujiya mezin de ji hezar kesî zêdetir welatiyên Êzîdî, hatibûn qetilkirin, bi sedan jin û zarok jî dîl hatibûn, girtin.
Beriya pêkhatina komkujiyê bi rojan bêhtirî hezar Êzîdiyî li vî gundê asê mabûn. Di dema fermanê de bi hezaran xelkê Şengalê xwe li çiyê girtibû û şervanên YPG, YPJ û gerîlayên HPG´ê bi hewara wan ve hatibûn. Di encama rêyeke hewarê ya ber bi Rojava ve bi dehhezaran mirovên bê guneh ji mirinê hatin rizgarkirin.
Herçî Gundê Koço bû, bi hezaran kesî xwe lê girt û hêvî kir xwe ji qirkirinê xilas bike. Lê belê bextê DAIŞ´ê nebû. Wê mêr hemû bi komî qetil kirin û herçî zarok û jin jî bûn ew kirin hêsîr.
Samih Pişî yê ku hingê piştî bi çend hefteyan xwe ji dest DAIŞ´a hov rizgarkirî, gotibû, ji malbata wî bi tenê wî kariye xwe xilas bike û bi aqûbeta ti kesê ji mala xwe nizane.
ŞENGAL