Gundek kevnar e
Hejmara nişteciyên gund nêzî hezar û 500 kes in. Gundê Kor Elî bi axa xwe dewlemend e û bi ferehiya 550 hektarî ye, bi çandiniya darên zeytûn û fistiqan navdar e. Hejmara darên zeytûnê di gund de nêzî 60 hezarî ye û darên fistiqan jî nêzî 56 hezar in. Ji ber kêmbûna avê piraniya erdên gund bejî ne. Her wiha welatiyên gund li gel darên zeytûnê û fistiqan genim, ceh, nîsk, kemûn û nokan jî diçînin. Derbarê xwedîkirina sawalan de welatî tenê ji bo peydakirina şîr û penêr sewalan xwedî dikin. Ji aliyê xizmetê ve gundê Kor Elî wekî hemû gundên din ji aliyê rêjîma Baasê ve hate paşguhkirin.
Gundê Şîlan Kobanê ye
Derbarê têkliyên civakî de li gundê Kor Elî hê jî exlaqên civakî yên xuzayî yên wekî hevkarî û hezkirinê, hatine parastin. Her wiha bi şêniyên gund bi dilsozî û mêvanperweriyê tên naskirin. Şêniyên gund bi welatparêziya xwe û hezkirina welat jî navdar in. Gundê Kor Elî yekem şehîd li ser riya azadiyê di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de Şehîd Dicle da û herî dawî jî Şehîd Şîlan Kobanî bû. Rêjeya xwendevanan di gund de, ji nifşên kevin rêjeyeke navîn e û ji nifşên nû rêjeya xwendevanan nêzî 90’î ji sedî ye.
ANHA/KOBANÊ