
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Girê Spî hemeleya xwe ya avakirina kominan didomîne. TEV-DEMʹê li ser daxwaza şêniyên gundê Sediya, ya 6 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Girê Spî, civînek ji gundiyan re li dar xist û girîngiya avakirina kominan, pêkanîna xebatên kominan ji gundiyan re pênase kir.
Di civîna li dibistana gund de Endamê Rêveberiya TEV-DEMʹê Selhedîn Firat, Endamê TEV-DEM`ê Sebîr Nebo, endamên Mala Jinê û bi dehan şêniyên gund amade bûn.
Endamê TEV-DEM`ê Sebrî Nebo li vir got, komin bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên welatiyan in. Di dewama civînê de bersiva pirsên gundiyan hat dayîn û li ser mijara kominan nîqaş hatin kirin. Di civînê de her wiha beşdaran bi hilbijartinan hevserokên kominê diyar kirin.
Gundiyan Casim El-Hesûn û Xedîce El-Salih wek hevserokên kominê hilbijartin, her wiha komîteyên Parastin, Lihevanîn, Xizmetguzerî jî hatin avakirin û endamên wan hatin destnîşankirin.
GIRÎ SPÎ