Pergalê red dikin
Gundiyên Şikefta di serdema darbeya 12’ê Îlona ya 1980’yan de ji bi ber ku kurd bûn rastî zordariya dewletê hatine. Di salên ku li herêmê dewletê bi zorê hemû gund dikirin cerdevan, bê guman gundiyên Şikefta jî rastî wê zoriyê hatin lê li ber xwe dan û cerdevanî hilnebijartin. Heta niha gundiyên ku li vî gundî dijîn li hemberî dewletê serî netewandine û tu sepandinên wan nepejirandine. Bi keda xwe jiyana xwe ya komunal berdewam kirine. Yek ji nişteciha gund Sakîne Baytar diyar kir ku bi çêkirina bendavê re ew neçar in koç bikin û wiha got: “Hewaya gundê me yê delal, ew bax û bîstanên me yên ku em bi heskirina wan mezin bûne li cih hiştina wan qet di ramanên me re derbas nabe. Em vê hewaya delal li cihekî dinê nikarin bibînin.” Li hemberî pergala hiyerarşîk Sakîne wiha got: “Em jin û mêr di şertên wekehev de dixebitîn û dijîn. Di vê wateyê de gundê me wekî nimune tê nîşandan.”
Jiyana komunal
Sakîne da zanîn ku dema qala jiyan abori ya niha tê kirin despêkê aborî tê hişê mirovan û wiha got: “Fêkiyên gundê me fêkiyên jiyana xwezayî ne. Em aboriya xwe ji çiya û deştan peyda dikin û bêpere ye. Em şir, penîr, mast, run û gelek pêdiviyên xwe ji ajalên xwe digirîn. Her wiha axa me ya bi berhem û bereket jî pêdiviyên me yên jiyanê tîne cih. Bi jiyanek pak û delal bêyî ku em ziyanê bidin mirovan û xwezayê jiyana me berdewam dike. Gelo çima bi dijminane nêzî vê jiyanê dibin?” Sakîne destnîşan kir ku lajwerek ya xîzê ya gundiyan hebû ji ber nekaribûn bacê bidin ew lajwer firotin û wiha domand: “Ew pereyê ku ji lajwera xîzê derdiket di komuna gund de dima. Bi wî pereyê di komuna gunde de kom dibû pêdiviyên gund pê dihatin kirin. Di dema dawet û şînên gundiyan de bi wî pereyî hemû lêçûn diahtin kirin. Me gundiyan biryar da ku em bacê nedin dewletê. Lê bi zora dewletê ya bac dayînê gundî neçar man ku lajwera xwe ya xîzê bifiroşin.”
Karbeşî heye
Sakîne diyar kir ku di buharan de gundê wan hêj zêdetir zindiye û gundî bi hev re di nava zaviyan de kar dikin û ev tişt got: “Ji bo me axa me tevan yeke. Ji ber wê jî di nava bîstanekê de kar hebe hema em tev bi hev re diçin li wê dixebitin. Ji ber armanca me diyar e ev jî gundê me zindî di hêle. Di demsala havînê de em fêkiyên xwe yên wekî hêjîr, hinar, sêv, tirî û gelek fêkiyên din diçinîn û li kêleka rê qulubeyan ava dikin û di wan qulubeyan de difiroşin.” Sakîne diyar kir ku hemû karê di nava gund de tê kirin ew bi hev re dikin û heta paqijiyê jî jin mêr û zarok bi hev re dikin.
Hezkirina ax û welat
Sakîne bal kişand ser di bin avê de mayîna gundê wan û wiha berdewam kir: “ji bo ku bandav çênebe me pir li ber xwe da. Di dîroka cîhanê de Heskîf xwe diyê cihekî giring e. Ev axa xwediyê dîroka qedîm tenê bi çêkirina bendavê di bin avê de dihêlin.” Sakîne da zanîn ku bi çêkirina bendavê re ew neçar in ku gundê xwe bihêlin. Sakîne destnîşan kir ku bi koçberiyê re bişaftna çandê jî dest pê dike û wiha got: “Jiyana me ya komunal li ser vê axê pêş ket.”
Bawerî û hezkirin
Sakîne diyar kir ku helwesta hikumetê ya li hemberî valekirina gundan ji ber projeyên Bendava Ilisuyê û helwesta dewletê ya salên 1990’an ku bûye sedema koçên pir mezin heman tişt e û ev tişt anîn ziman: “Polîtîkaya hikûmetê ya ku me bi zorê koçber dike şaş e. Em naxwazin biçin cihên cûda. Ez di gundê xwe de di xwazim bi mirîşk, çêlek, ax û yên ez ji canê xwe zêdetir ji wan hez dikim bi cîranên xwe re bijîn û ez bi vê jiyînê şanaz im. Ez dixwazim bi heskirina cîranên xwe bijîm.” Di dawiyê de Sakîne bal kişand ser şoreşa Rojava ya ku di bin pêşengiya jinan de hatiye despêkirin û ev tişt got: “Di encama qirkirina El Nusra û El Kaide de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Xwestin şoreşa Rojava bi êrîşên çeteyan asteng bikin. Lê gelê kurd li hemberî van êrîşan serî ne tewandin.”
JINHA/AMED