
KOBANÊ: Li gundên Qanaya,Îlacax, Bozan, Dugurman û Uwêta ku 30 kîlometre dikeve rojavaya Kobanê, pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra pêr di demjimêrên şevê de rûdan, çeteyên El-Nusera di van pevçûnan de çekên giran bikaranîn. Hat hînbûn ku di pevçûnên Dugurman de wesayîtek El-Nusra hat rûxandin û 8 çete hatin kuştin. Pevçûnên li van gundan hîn didomin. Çavkaniyê herêmî diyarkirin ku çeteyên El-Nusra birîndarên xwe radikin Tirkiyê. Hat gotin ku leşkerên Tirk ji komên çete dixwze ku rihên birîndaran jê bikin piştre wan derbazî sînorê Bakurê Kurdistanê dikin û wan di nexweşxaneyan de bicih dikin.
ÇELAXA: Li Gundê Qîra û Sefa yên li Rojavayî gundê Gurhok duh şevê din pevçûn di navber şervanên YPG’ê û çekdarên El-Nusra ku rêîş pêk anîn de derketin. Di pevçûnan de tu agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
TIRBESPIYÊ: Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, duh di demjimêr 09.30’an de pevçûnên di navber hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ Eniya El-Nusra li gundê Mazluma ku li 22 kîlometrî li başûrê Tirbespiyê dikeve derketin. Pevçûn hîn didomin.
SERÊKANIYÊ: Li Serêkaniyê duh şevê din bê dengiyek hebû, tenê carcaran dengê guleyan ji aliyê gundê Til Xelef û Esefer Necar dihat bihîstin. Ev bê dengî piştî rojekê ji çalakiya YPG’ê ya li gundê Til Xelaf ku dijî çeteyên El-Nusra pêk hat û di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ji aliyê şervanên YPG’ê ve hat destserkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN