Rojnameya Ozgur Gundemê ji bo mehekê hat girtin. 14'emîn dadgeha cezaya giran a Stenbolê bi îdîaya ku ûçe û wêneyên di rûpelên 1, 8, 9 û 11'an 'propagandaya rêxistinê kiriye' ji bo mehekê cezayê girtinê li rojnameyê birî. Ji bo hejmara Rojnemeyê yên pêr û doh jî biryara desteserkirinê hat dayîn. Piştî biryarê polîsan bi ser çapxaneya Rojnameyê Gunê de girtin û hejmara sibê desteser kir.
'Dixwazin qifilê li ramanên Kurdan bidin'
Gerînendeya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn, bertek nîşanî biryara 14'emîn Dadgehan Cezayên Giran a Stenolê ya Rojnameya Ozgur Gundemê mehek girt da û diyar kir ku dixwazin qifilê li ramanên Kurdan bidin.
Ji Gerîndeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn bertek nîşanî girtina Rojnameya Ozgur Gundemê da û anî ziman ku girtina rojnameya destpêka stratejiya AKP'ê ya nû e û wiha got: "Girtina rojnameyê parçeyeke stratejiya dewletê ya nû ye. Ev yekê nîşaneya çareseriyê naxwazin e. Girtina rojnameyê tê wateya qifilan li ramanên Kurdan didin."
Keskîn, da zanîn ku Rojnameya Ozgur Gundemê dengê gelê Kurd û ramanên wan wedişand. Keskîn, bilêv kir ku girtina rojnameyê bi armanca astengkirina dengê gelê Kurd pêk hat û wiha got: "Dixwazin têkiliya di navbera tevgera Kurd û gelê Kurd bibirin. Girtina rojnameyê nîşaneya vê yekê ye."
Li dijî girtinê nerazîbûn
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamevaniyê li hemberî mehekê girtina rojnameya Ozgur Gundemê nerazîbûn nîşan dan û biryara girtinê wekî şermê binav kirin. Serokê Komeleya Rojnamevanên Hemdem Ahmet Abakay diyar kir ku Ozgur Gundem bûye hedefa îxtîdarê.
Serokê Komeleya Rojnamevanên Hemdem Ahmet Abakay bibîr xist ku girtina rojnameyê ne nû ye û got; "Lê hikûmet li hemberî rojnameya Ozgur Gundemê xwedî helwesteke taybet e. Ev ne destpêk e ne jî dê ya dawî be. Rojnamevan wekî terorîst, pirtûk jî wekî bombe dît. Lewma ez vê yekê wekî êrîşa îxtîdarê dibînim. Demokrasiya pêşketî herhal tişteke wisa ye. Tu dê rojnemeyan bigirî, rojnamevanan bixî girtîgehan piştre jî dê derkevî ser dikê û bibêjî vaye ez vî welatî rêve bidim. Ev tê têrê nake tu dê hewl bidî ku vê yekê bi Tirkiyeyê bidî qebûlkirin. Ev biryar biryarek e şerm e. Ozgur Gundem kirine hedefa xwe. Ev yek şerma Tirkiyê ye. Helbet roj dê were ew ê hisaba vê yekê bidin. Em azadiya fikir û çapemeniyê dixwazin.
'Ev rê ne rêya çareseriyê ye'
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê Ercan Îpekçî jî diyar kir ku di mijara azadiya fikir û çapemeniyê de fetisandin e û wiha axivî: "Li Tirkiyê polîtîkayên çewisandinê her ku diçe zêde dibin. Ev yek ji aliyê pêşeroja Tirkiyê ve ne riya çareseriyê ye. Di demokrasiyan de rojname nayên girtin. Nemaze li hemberî çapemeniya ku li dijî hikûmetê mûxalîfiyê dike êrîş zêde dibin. Tevî hemû astengî û pêkûtiyan têkoşîna me ya azadiya fikir û çapemeniyê dê bidome."
Li Taksîmê çalakî
Berdevkê Platforma Hevseroka bi Rojnamevanên Girtî re Necatî Abay jî anî ziman ku ew ê li Taksîma Stenbolê çalakî lidar bixin û wiha pê de çû: "Beriya niha jî dem bi dem rojname dihatin girtin. Li vê derê ya girîng ew e ku hemû nûsxayên rojnameyê hatin desteserkirin, nahêlin rojname biçe ber destê xwendevanên xwe. Ev yek êrîşa li dijî azadiya fikir û çapemeniyê ye. Dibê hikûmet dawî li pêkanînên xwe yên êrîşkar bîne. Ji ser 100'an de rojnamevan hatin girtin. Niha jî rojnameyan digirin. Em ê îro saet di 18:00'an de li Taksîmê bin û girtina Ozgur Gundemê şermezar bikin."
STENBOL