Artêşa Tirk a dagirker pêr di dema gel Newroz pîroz dikir gundê Mele Xelîl ê navçeya Cindirêsê topbaran kir. Topbaran saet di 11:15’an de pêk hat. Şêniyên gund ji bo parstina gundê xwe demil dest dest ji şahiyên Newrozê berdan û berê xwe dan eniyên parastinê yên derdora gund.

Artşa Tirk doh jî gundê Qerebaba, Bilalîko, Elbuskê, Museka û çayê Heşarkê yên navçeya Reco, her wiha gundê Mele Xelîl û Dêrbelûtê yên navçeya Cindirêsê û gundê Anqelê, Xelîl û Metîna yên navçeya Şiyê û gundê Mamila ya navçeya Mabeta topbaran dikin.


10 kes birîndar bûn

YPG`ê diyar kir ku 10 welatiyên sivîl di encama topbarana Tirkiyê ya li ser gundên Efrînê de birîndar bûne.  Çavkaniyên YPGʹê destnîşan kirin ku Ji ber topbarna Artêşa Tirk ku vê sibê li ser gundên sînor ên Efrînê pêk hat û hîn jî didome, herî kêm 10 welatiyên sivîl birîndar bûne, her wiha gelek ziyana madî di mal û milkên welatiyan de çêbûn. Çavkaniyên YPGʹê hejmara birîndaran piştrast kirin.


Meclîsa Rêveber a Efrînê: Mafê me ye bersivdayînê heye

Serokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê, diyar kir ku ji mafên wan ê rawa ye ku parstina gelê xwe bikin û bersiva êrîşên Artêşa Tirk ên li ser kantonê bidin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelên azad di Newroza 2017‘an de yekîtî û îradeya xwe îsbat kir û wiha hate domandin: “Mafê me yê rawa ye ku em gelê xwe biparêzin, hêza me ya leşkerî ya ku ku bi rêxistinbûyîn û lehengiya xwe di cîhanê de deng vedaye, heye. Her wiha em hewl didin ku bi rengekî aştiyane çareserî pêk were. Em êdî xwe li ber van êrîşên hovane, nagrin.ʺ

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li Hikûmeta AKP‘ê bike da ku hovîtiya li hember herêmên bi ewle bide sekinandin û nehêle herêmê veguhere qada şer.

Berdevkê YPGʹê Rêdûr Xelîl jî da zanîn ku bersivdayîna hêzên wan di çarçoveya xweparstinê de pêk tê û ev tişt anî ziman: ʺTopbarana ji aliyê artêşa Tirk ve hîne dodome, her bersivdayînek ji aliyê hêzên me ve li wan herêman di çarçoveya mafê xweparastinê de ye.ʺ


 EFRÎN