Dewleta Tirk bi rêya balafirên bê mirov bang li xelkê gundên devera Sîdekan a ser bi bajarê Hewlêrê kir da ku gundên xwe çol bikin.
Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê jî li hemberî rewşê bê deng in. Artêşa Tirk ji bilî êrişên li dijî xelkê Başûr vê carê, ji xelkê gundên Sîdekanê dixwaze ku gundên xwe vala bikin.
Em ê guleyan li we bireşînin
Li gorî agahiyên ji xelkê gund hatine wergirtin, dewleta Tirk bi balafirên bê mirov li gundê Xelîfan bi rêya sîstemeke deng, bi zimanê Kurdî bang li welatiyan kiriye ku gundên xwe çol bikin. Ji Welatiyên gûnd re dibêje “Ji me dûrbikevin, vê herêmê çol bikin. Heger hûn vê yekê nekin, em ê guleyan li we bireşînin.”
ROJNEWS / BRADOST