Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya operasyonên Pêngava Bagera Cizîrê de temamiya gundewarên Hesekê ji dagirkeriya DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah ji ANHA’yê re axivî û got, “Şervanên QSD’ê piştî ku ji nû ve dest bi pêngava Bagera Cizîrê kirin, bajarokê Dişîşa jî di nav de gelek cihên stratejîk ên li ser sînorê Sûriye-Iraqê rizgar kirin.”

Ebdullah bal kişand ser operasyona hevpar a bi artêşa Iraqê re û diyar kir, heta ku sînorê Sûriye-Iraqê bi temamî ewle bibe û herêm ji çeteyan bê paqijkirin wê hevkariya wan bidome.

Her wiha Lîlwa El-Ebdullah anî zimên ku hemleya Bager Cizîrê bi hemû hêza xwe li herêmê didome.

QAMIŞLO