HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / HELEBCE

Xelkê gundê Şêrik ji ber nebûna parastina hêzên ewlehiyê, di hedefa êrişên dewamî yên endamên çeteya DAIŞ‘ê de ye. Welatiyên gund şevan bi xwe parastina xwe dikin. Fermandarê hêzên pêşmerege yên tabûra 3´yan, eşkere kir ku heta ku lihevkirina di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê pêk neyê, pêşmerge nikarin vegerin van herêman.

Gundê Şêrik yan jî Sihêde li rojavayê navçeya Xaneqînê ya Diyale ye. Ev gund di nava herêmên binakok de ye jî. Gundê Şêrik di navbera gundên Gebê, Îslah û Qayeye de ye. Yek ji wan gundan e ku herî zêde liv û tevger endamên çeteya DAIŞ’ê lê tê dîtin.

Gundekî bi daristan e. Niştecihên gund ji Kurd û Erebên Sune û Şîe pêk tê. Gund 180 mal e. Pirraniya nîştecihên gund Kurd in.

Li gorî agahiyan, di dawiya sala 2018 û despêka sala 2019’an de ji ber êrişên DAIŞ’ê 3 polîsên federal ên Iraqê li herêma gundê Şêrik hatin kuştin û du kargehên qûmê hatine şewitandin û 2 kargeh jî hatine girtin.

Niştecihê gundê Şêrik heta niha bi çend riyan daxwaz kirin ku ji bo parastina wan pêşmerge vegerin we herêmê.

Pêşmerge nikare biçe

Keyayê gund Cewad Dara ji me re got, “Ev demek e ku gundê Şêrik bûye hedefa êrîşê DAIŞ’ê. Dema roj diçe ava, niştecihên gund bi hev re li navend û derdorê gund kom dibin û parastina xelkê gund dikin. Tenê hêza ku niha dikarê êrişên DAIŞ’ê bide rawestandin, ji derveyî xelkê gund, ti hêza din li vir nîne.”

Fermandarê hêzên pêşmerge yê tabûra 3´yan yê herêma Xaneqînê, Dilêr Şikur ji me re got, “Heta niha ti daxwazek ji xelkê gundê Şêrik negihaye ber destê me ji bo parastina wan. Em niha nikarin biçin li wir wan biparêzin, heta ku lijneya ji bo hikûmeta Iraqê û Pêşmerge ku niha li ser guftûgo dikin, aktîv nebe û ji bo vegerê biryarê nede. Em nikarin vegerin wan herêman.”

Dilêr Şikur wiha domand “Mixabin ji ber nebûna hêzên eskerî û ewlehiyê yên hikûmeta navendî, valahiyeke mezin li van herêman çêbûye. Vê valahiyê wisan kiriye ku endamên çeteya DAIŞ’ê bi rihetî êriş bikin û ziyanê bidin xelkê.”

Gundê Şêrik di sala 1814’an de hatiye avakirin û di sala 1890’î de jî xwe weke çengek yê eşîra Caf bi nav kirine. Niştecihê gund zêdetir bi karê çandinî, sewalvaniyê ve mijûl dibin.  Xaka gundê Şêrik gelekî ji bo çandiniyê bi xêr û bêr e. Lê ji ber metirsiya kuştin û revandinê, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve  xelkê gund bi tirs diçin nav zevî û milkê xwe.