Tê bîra çendan ji me; bi rehetî, bi serê xwe, bêyî çavderiya mezinekê/î zarok li derve bi kêfa dilê xwe dilîstin. Di nava axê û heriyê de, li nava erdan û li ser giran. Carinan li nava meydanên vala û yan jî li ber çem û rûbaran. Bajaran hêdî hêdî ev meydanên lîstika xwezayî tine kirin. Bajarê bi çûnûhatin, bi avahiyên bilind, bi meydanên teng, herî zêde jî dinya li zarokan teng kirin. Ji Kurdistanê bêhtir jî li welatên pêşketî tesîra vê bêhtir xwe da der. Êdî meydana xweseriya zarokekê ji seriyekî heta seriyê din ê kolanekê, li ser peyarêyê ye, bi ser de jî bi wî şertî ku dê û bav yan jî kesê ji zarok berpirsiyar karibe wê bibîne. Ha bi van mitaleyan û bi fikara, ka em çawa dikarin heman meydanên azad ji zarokan biafirînin, komeleyekê li bajarekî piçûk ê nêzî bajarê Elmanyayê Frankfurtê, li Freidbergê zend û bend badan: Gundikê zarokan JIMBALA!

Jimbala bi konsepta “Gundikê Zarokan” hatiye avakirin. Erdek e ku derfetan agirpêxistinê, lîstina bi heriyê û axê lê heye, derfet heye ku zarok bi dar û depan tiştan çêkin, lîstikê heyî biguherin, xera bikin û ava bikin. Em bi birêveberên komeleyê Hannes Motsch û Karin Johannsmann re peyivîn û wan behsa serpêhatiya damezirandina komeleyê û avakirina gundikî kir. Herdu jî pedagog in.


Çima we dest bi vê projeyê kir, hûn ne zarok in jî; çima Gundikekî Zarokan li Friedbergê we damezirand?

Karin Johannsmann: Bi ya min divê ne bi tenê li Friedbergê, lê belê li her deverê Gundikên Zarokan hebin. Lew, zarok hew dikarin ji nava çar dîwarên malê derkevin. Baxçeyên gelek malbatan jî nînin. Pê re jî gelek lîstikên ku di rewşeke xwezayî de zarok wê bi wan bilîzin, êdî nikarin ji ber ku dêûbav destûrê nadin. Ew ditirsin tiştek bi serê zarokên wan were. Ji erebeyan ditirsin, yan jî ditirsin tiştek li wan biqewime. Em wisa mezin bûn, ku hema em li bisiklêtên xwe siwar dibûn, me berê xwe dida deverekê, bi xwe me agir dadida. Em diçûn gundikan, me êm dida hespan. Îro zarok nikarin van bikin. Bi ser de jî serê xwe dadiqulînin nav ekranên telefonên biaqil, tabletan yan jî kompûter û televizyonan. Ji ber vê jî gelek zarok êdî di warê jêhatîbûna bedena xwe de jî kêm mane, û ev tesîrê li bipêşketina wan a mejiyî jî dike. Girîng e zarok karibin bi destê xwe di dinyayê bigihijin da ku paşê bi serî û mejiyê xwe jî di dinyayê bigihijin. 

Hannes Motsch: Mesele hinekî bipêşketina bajarî ye. Her diçe bajar bêhtir derdorê dagir dikin û kêm cih û mekanên nêzî tebîetê dimînin ku zarok karibin li wan bilîzin. Mekanên ku bi afirîneriya xwe li wan bilîzin bêyî ku ew tirs hebin, tiştek dikare li wan biqewime. Herçî parkên zarokan in, zarok nikarin bi kêfa dilê xwe li wan bilîzin. Ger bixwazin tiştekî li wan biguherin, ji wan deveran tên qewirandin. Ya em dixwazin ew e ku em mekanên serbest û afirîner ên lîstikê ava bikin.


Yanî înîsiyatorên vê komeleyê, we xwest yedekeke wan mekanên zarokatiya xwe li vir çêkin?

KJ: Em neh kes bûn û em hemû pedagog bûn. Ez bi xwe li Gundikekî Zarokan kar dikim li Dreieichê. Ji salan ve ye ez bi zarokan re kar dikim. Ez li wir dibînim ka ev mekanê lîstikê çiqasî baş e ji bo zarokan. Nexasim jî ji bo teşegirtin û geşedana helwêsta wan a civakî ev mekanên bi vî rengî pirr girîng in, ji ber ku weke kom tiştan dikin. Gelek kesên destpêkê yên damezrandina komeleyê jî hatin Gundikê  Zarokan ê li Dreieichê, li wir hinekî xebitîn jî. Fikra herî destpêkê ne ya min bûn, lê ya jineke ciwan a ku salekê xebata xwe ya civakî kir li Dreiecihê. 


Ji bo koçberan, malbat û zarokên wan mekanên bi vî rengî pirr girîng in; ti karê we ji bo wan heye?

KJ: Bi ya min gelek malbatên koçber ji konseptê fêm nakin. Ji ber ku gelek ji wan bi Elmanî jî nizanin em nikarin xwe bi wan bidin fêm kirin. Ev der komeleyeke, mirov dikarin bi dildarî kar bikin. Ji bo ti tiştî mesref çênabin. Hizra min ew e em nikarin vê bi malbatên koçber bidin fêmkirin.


Di bajarîbûnê de çi şaş bû? Ma mekanên lîstikê ji bo zarokan nehatin veqetandin?

HM: Çi şaş bû ez nikarim pê zanibim; lê erê mekan û cih hatin veqetandin. Park û mekanên lîstika zarokan ên biha bi 300-400 hezar euroyî tên avakirin. Lîstikên wan hişk hatine bicihkirin. Zarok li wir dilîzin. Piştî çend hefteyan êdî zarok bi her tişta li wir lîstine û jê têr û of bûne. Hingê jî dixwazin tiştekî biguherînin. Lê dema vê dikin jî meqamên fermî ji vê re dibêjin vandalîzm (xerakirina tişt û mekanan). Li vir tişta guhertî ev e; em li vir dixwazin ku zarok afirîner bin, hin tiştan biguherin, li vir ne muhim e tiştek bişike yan jî xira bibe. Ew divê bi dilê xwe li vir bikin û bilîzin bêyî ku em ji wan re bibêjin ka wê çi bikin. Ya ku em dikin jî ew e, em berê xwe didinê zarok hez ji çi dikin, em dikarin ji bo ku bêhtir bi kêfa dilê xwe li vir bilîzin çiyî din bikin. Li Elmanyayê tişta guhertî ew e ku li vir li gorî welatên din dêûbav gelekî bêhtir ditirsin ku tiştke dikare were serê zarokan. Ji ber vê tirsê êdî dêûbavên weke helîkoptêran peyde bûne ku her li ser serê zarokên xwe digerin da ku tiştek bi wan neyê. Li vir em dixwazin ku zarok bi serê xwe bin, helbet du pedagogên me timî li vir in, lê em dixwazin ku zarok zanibin ew serbest dikarin li vir bigerin û tiştan ava û xera bikin û timî kesek li ser serê wan nîne. Helbet mekan piçûk e û em dikarin bi tenê di asta mîkro de hin tiştan biguherin. Lê dîsa jî qet nebe niha qederê 200 mekanên bi vî rengî li Elmanyayê peyda bûne. 


Gelo ya ku hûn lê difikirin xwedankirineke kollektîf li vî mekanî bi kêr were yan çawa zarok hem di vê bi serê xwe bin û hem jî na?

KJ: Li vir qaîde hene. Em zarokan jî fêr dikin, divê ew baldar bin, em bi rengekî berpirsiyariyê didin zarokan jî ji bo baldarbûnê. Em ji wan re dibêjin hûn dikarin vê û vê bikin, lê nabe hûn vê vêna din bikin. Ji bilî vê timî 2 yan jî 3 pedagok li mekanî amade ne. Ew ya rastî bi tenê alîkariyê didin zarokan. Weke mînak, dema zarokek bibêje ez dixwazim tiştekî bibirrim, hingê ew tên û dipirsin, gelo tu dikarî bi birrekê tiştan bibirrî? Hingê mirov nîşanî wê zarokê dide ka çawa mirov bi birrekê dibirre. Divê mirov lepikan bixe destê xwe, û weha weha mirov dibirre. Piştre jî zarok dikare bi xwe bi birrekê tiştan bibirre.


Dêûbav jî li wir in ji bilî pedagogan?

KJ: Ew ne mecbûr in li wir bin. Ya herî baş ew e ku dêûbav ne li wir bin ji bo zarokên êdî diçin dibistanê. Ango bi zarokên piçûk re dêûbav dikarin werin, lê ku zarok mezin bûn û çûn dibistanê, hingê ew dikarin bi tenê jî werin. 


Navê vir gundik e, lê min heywan nedîtin, belê baxçeyekî we heye?

KJ: Li vir em hîna ava dikin, ango hîna li vir her tişt bi dawî nebûye. Hîna heywanên ku bi temamî li vir dimînin nînin, axurên me, pîneyên me nînin. Ji ber vê yekê jî em niha carinan heywanan didin anîn. Hefteya bihurî me lama anîbûn. Da ku zarok li wan binihêrin, destê xwe bidin wan. Em plan dikin ku heywanên kedîkirî bînin vir û herî destpêkê ji ber ku ya herî hêsan e xwedîkirina wan, em li mirîşkan fikirîn. Lê paşê mîh, kîvroşk û ên mayî. 

HM: Dema ku me kir ku kesek karibe timî li vir kar bike û bimîne, hingê em ê heywanan jî bînin. Herçî rojên vekirinê ne divê em binihêrin ka çawa dibe. Lê em niha dixwazin zarokên koçberan û zarokên li navenda bajarê kevin bînin vî mekanî û li rê û rêbazên xwegihandina dêûbavan û zarokan difikirin.


Ji bo zarokan mekanekî tecrûbekirinê

Em du bavên Kurd, her yekî bi du zarokên piçûk hatin Gundikê Zarokan JIMBALA´yê. Ji bo zarokan tecrûbeya bi serê xwe manê, tecrûbeya herî, dar, ber û dar û depan, bi baxçe re hem xweş bû û hem jî bavan diwestîne. Zarok dikarin bi lîstikên di nava qûmê de, yên li mekan belavkirî bilîzin. Dikarin bi dep û darên li mekan tiştan çêkirin.

Herî zêde jî zarok hez ji çakûç û bizmaran dikin. Paşê jî hildikişin ser wan tiştên wan bi rengekî bi hev ve kirî. Kêfxweşiya zarokan hêjaya tevahiya westa bavan. Me bi hev re nanê birajtî çêkir, lê Mihemed Huseynê ji Dêrika Hemko koçberbûyî, xwest sêlekê çêke û li ser wê sêlê nan bipêje. Pedagoga li mekanî hem alîkar bû sêlê peyda bike, hem jî hevîr dayê. Pê re jî berê wî da baxçe da ku sûrim û bexdûnizê biçine û li nanê xwe bike. 

Tiştekî din ê balkêş ew e ku tuwaletên li mekanî bê av in û li ser kompostoyekê hatine avakirin. Ji bo zarokan ser çend maseyên dirêj bi sîwaneke fereh tê girtin û şîrînahî yan jî hûrik, mûrikên ber dilê mirovî bigirin û av li ser tê danîn. Her kesa tê dikare bi xwe jî tiştekî deyne ser wê maseyê, lê ti kes ne mecbûr e.

Ji bilî her çar zarokên piçûk ku me herdu bavên Kurd bi xwe re biribûn, li mekan zarokên 6-11 salî hebûn ku bi komên piçûk tevdigeriyan û dilîstin. Hinan jê jî bi dar û depan kozikeke ecêb lê li gora dilê xwe avakiribû. Yek ji wan jî ketibû ber birreka xwe û dar dibirrîn ji bo plana xwe ya bê.

Bi her halî derfetên ez bîr nebim ên tecrûbeyê ji bo zarok û dêûbavan hebûn li mekên. Dibe ku ev derfet bi xwedîkirina heywanan zêdetir jî bibin. Kî dizane belkî em li gund û bajarên li Kurdistanê jî Gundikên Ciwan û Zarokan ava bikin da ku zarok “bi kêfa dilê xwe bikin û bilîzin”.      


Konsepteke berê wê li siberojê

Li Elmanyayê halê hazir qederê 200 mekanên bi konsepta Gundikê Zarokan bi konsepta “Mekanê lîstikê ê Çalak hene. Ev mekanên pirraniya wan komele, di bin banê Bund der Jugenfarme û Aktivspielplaetze (Yekîtiya Gundikên Ciwanan û Mekanên Lîstikê yên Çalak) de xwe bi rêxistin dikin. Bi rêya vê yekîtiyê, komele dikarin alîkariya hev bikin, yan jî alakariyê ji hev re peyda bikin bikin, hem di warî malî de û hem jî di warê tecrûbe û tiştên din de. Navenda yekîtiyê li bajarê Elmanyayê Stuttgartê ye û li dewrûbera Stuttgartê niha qederê 40 Gundikên Ciwanan hene. Li eyaleta Hessenê jî konsept hêdî hêdî belav dibe û ji bilî Dreieich û Friedbergê qederê 20 mekanên bi vî rengî hene. 


Aktion Mensch

Mekanê JIMBALA´yê li keviya bajêr e û ji bajêr mirov dikarin bi meşê di nava deh deqîqeyan de xwe bigihîninê. Ev jî dike ku karibe zarokan ji navenda bajêr bîne. Ev mekan jî şaredariya Friedbergê tehsîs kiriye. Piştî damezrandina înîsîyatîfê ji bo deh salan ev erdê ku berê yê çandiniyê bû, şaredariyê bê pere daye wan û heke konsept serketî be ev dem wê were dirêjkirin. Bi her halî anîna elektrîkê û şebekeya avê û kişandina rêyê diviyabû înîsiyatîf bi pereyên ji endamên berhev kirî û alîkariyên ji şirket û ferdan fînanse bike.  Niha rêxistina destekkirina malî a komeleyên bi dildarî dixebitin, Aktion Menschê biryar daye ku komeleyê bi 200 hezar euroyan fînanse bike, û pereyên 2 kesên li mekanê JIMBALA kar bikin ji bo 3 salan bide. Bi vê jî komele wê karibe hem rojên vekirî zêdetir bike, hem jî aribe heywanan li mekên xwedî bike. Wekî din gelek komele, şirket û ticarên bajêr jî bi fînansekirina hin lîstik, xaniyan alîkariyê didin JIMBALA´yê. Projeya fînansekirî ew e ku zarokên koçberan û zarokên li navenda bajarê kevin bînin vî mekanî û bikin ku ew jî sûdê ji vî mekanî bigirin. Komele çaverê yeku karibe piştî sê salan yan bi alîkariya şaredariyê yan jî dewamkirina fînansekirina projeyê karê xwe dewam bike.  


LUQMAN GULDIVÊ