HENAN MIHEMED
ANHA/ŞEHBA
Bi armanca nexşekirina rûkeniyê li ser rûyê zarokan, Navenda Çand û Hunerê ya herêma Şehba şanoyek ji zarokan re bi navê “Gunehê Hespê” dê li kampa Serdem a koçberên Efrînê pêşkêş bike.
Piştî êrişa artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî Efrînê û koçberkirina wan ji welatiyên Efrînê re û dûrxistina zarokan ji lîstok û zaroktiyê, Navenda Çand û Huner a herêma Şehba şanoyekê bin navê “Gunehê Hespê” ji zarokan re pêşkêş dike. Di şanoyê de 5 ajal “dîk, gur, ker, hesp û rovî” cih digirin.
Derbarê mijarê de derhênerê şanoyê Mihyeddîn Erselan ji me re axivî û got, welatiyên Efrînê ji aliyê, artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ve rastî komkujî û qirkirinê hatin. Navenda Çand û Huner jî ji bo nexşekirina rûkeniyê li ser rûyê zarokên Efrînê di kampa Serdem a koçberên Efrînê de şanoyek amade kir û dê tê de destdirêjiyên dagirker û çeteyan nîşan bide.
Keysbaziya rûvî û aqlê ker û dîk
Erselan got, huner rihê jiyanê ye û bêyî wê ti wateya jiyanê tine ye û wiha peyivî: “Me bi kêmderfetên xwe ev şano amade kir û tenê rêveberiya kampê alîkariya me di amadekirina şanoyê de kir.”
Lîstokvanê bi navê Selam Îbo girêdayî mijarê got, “Tevî hemû rewşên dijwar ku welatiyên Efrînê tê de berxwedana xwe dewam dikin. Armanca sereke ya dagirkeriya Tirkiyeyê tinekirina çand û hunerê Kurdî ye, lê bi berxwedana gel em ê çanda xwe biparêzin. Ev cara yekemîn e şanoyek derbarê destdirêjiyên dagirkeran li dijî welatiyan û keysbaziya wan tê amadekirin. Armanca vê yekê jî ew e ku kenê zarokan vegere û rastiya hovîtiya dagirkeran nas bikin.”
Lîstikvanê bi navê Mîrzan Bekir jî got, “Naveroka şanoyê derbarê keysbaziya rûvî û gur di kuştina hespê de ye û dîk û ker jî aqil didin hespê.”