
Marlborough Gallery tabloyên wênesazê Kurd Ahmet Guneştekîn dibe New Yorkê û pêşangehek mezin vekir.
Ahmet Guneştekîn bi dehan salan e li ser wêneyê xebata xwe didomîne. Heta niha li gelek welatan pêşangeh vekirine. Û tabloyên wî di nav tabloyên herî buha yên wênesazên dinyayê de ne. Di vî warî de ew di nav 250 wênesazên ku tabloyên wî herî buha têne firotin. Guneştekîn bi xeta xwe ya taybet, bi xêz û rengên xwe, bi mîtolojî û çîrokên di nav tabloyên xwe de neqiş dike derdikeve pêş. Û bi van taybetiyên xwe niha bi pêşangehek din vê carê li New Yorkê derket pêşberî hunerhezan.
Pêşangeha Guneştekîn a bi navê “Rêwîtiya ji Rojhilat Ber bi Rojava ve” doh li New York a DYA’yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) vebû û heta 4’ê Sibatê wê dewam bike . Kuratoriya pêşangehê Matthew Drutt dike. Di vê pêşangehê de Guneştekîn teknîkên çilpîne bikar aniye.
Kedeke demdirêj
Wênesaz Ahmet Guneştekîn ji par ve li ser tabloya Zulqerneynê dixebetî; di tabloyê de bi sedan qiloçên hatine bi cih kirin, çîroka Zulqerneyn ku hem di Tewrat, hem di Quranê de heye ji vê tabloyek mezin, cuda û balkêş derxistiye pêş. Ji bilî vê objeyên din bi kedek mezin hatine çêkirin, dîsa tabloya “Rûberîkirin”, “Konstantîniye” tabloyên derdikevin pêş in. Tabloya “Konstantîniye” ku li Stenbolê li ber AVM’yek hatibû çikandin ji ber êrîşa hin tundrewan tablo hat rakirin niha li New Yorkê bi awayekî azad dê bê pêşkêş kirin. Pêşangeh heta 4’ê Sibatê li dar e. Guneştekîn herî dawî di meha 11’an a par de beşdarî Contemporary İstanbul bûbû.
NAVENDA NUÇEYAN